'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'

Şêniyên bajar û gundên Minbicê bi meşekê salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin û gotin Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemê keda şehîdan e.

'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi keda şehîdan biser ket'
18 tîrmeh, 2020   17:58
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi meşekê salvgera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.

Meş ji çerxerêya Meyzan a rojavayê bajar ber bi qada Giştî ve destpê kir. Di meşê de pankartên " Ji 19'ê Tîrmehê em ê ronêsansekê li welatê xwe ava bikin..Em soza şehîdên xwe nû dikin ku em ê şopdarên xeta wan a pîroz bin" hatin vekirin. Meşvanan  diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin.

Meş li qada Giştî rawestiya. Piştî deqeyeke rêzgirtin hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Nezîfe Xelo axivî û got: "Şoreş li hemberî zulm, desthildarî û pişaftinê rabû.. Bi saya kedan şehîdan îradeya gelan a ji avakirina civakeke exlaqî, zane û pêşketî bi ser ket."

Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê –Şaxê Minbicê Îmad Mûsa salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû pêkhateyên Sûriyê pîroz kir û got, şoreşê di qadên siyasî, leşkerî û mîsogerkirina jiyana hevbeş ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê de serkeftinên mezin bi xwe re anîn.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê hatin berzkirin.

ANHA