Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnamevan Mustefa Mihemed di salvegera 4'emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn
18 tîrmeh, 2020   18:35
KOBANÊ

Rojnamevan û xebatkarên saziyên ragihandinê, şênî û malbata şehîd, rojnamevan Mustefa Mihemed li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo axivî û behsa rola sereke ya rojnamevanan di ronîkirina rêya de gelan kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî diyar kir ku li Rojava rojnamevanan gavên mezin avêtin, rastiya şoreşê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, di oxira vê yekê de canê dan.

Malbata şehîd spasiya beşdaran kirin û gotin ew bi şehadeta Mustefa û xeta ku hilbijartiye serblind in.

Mustefa Mihemed ji gundê Yabisê yê rojavayê bajarê Girê Spî ye. Li zanîngeha Şamê fakulteya Ragihandinê xwendineye. Bi salan wekî nûçegihan û amadkarê bernameyan di Ronahî Tv de xebitî, her wiha yek ji endamên Yekitiya Ragihandina Azad li Rojava bû.

Mustefa Mihemed gelek pêngavên leşkerî yên YPG û YPJ'ê şopandin.  Di şopandina pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de di encama mayîneke çeteyên DAIŞ'ê bi giranî birîndar dibe û di 18'ê Tîrmehê de şehîd dibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HtJ4BEBMg0c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>