QSD: Di roja yekemîn a pêngavê de 24 çete hatin girtin

QSD'ê ragihand, di roja yekemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 24 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.

QSD: Di roja yekemîn a pêngavê de 24 çete hatin girtin
17 tîrmeh, 2020   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê encamên roja yekemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Ji sibeha îro de, qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê a ku hêzên me bi tevkariya Koalîsyona Navnetewî li herêmên Dêrazorê li djiî terorîstên rêxistina DAIŞ'ê dest pê kiriye didome.

Di pêngava ku baregehên terorîstan û kesên bi guman dike hedef de, gelek operasyonên serdegirtin û girtinê li bajarokên Bisêra û Şihêl ên gundewarê bakurê Dêrazorê hatin lidarxistin. Di encamê de gelek gumanbar hatin girtin û çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Çekên ku hatin desteserkirin; klaşînkov, BKS, demançeyên ferdî yên bêdeng, topên RBG, rêjeyek cebilxaneyên çekên navborî.

Her wiha heta niha 24 kes ji terorîstên rêxisitn û gumanbar hatin girtin.

Pêngav berdewam e ta armancê xwe bighîne serî."

ANHA