Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Şêrawayê hate pîrozkirin

Salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şahiyekê li gundê Burc Qasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hate pîrozkirin.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Şêrawayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Şêrawayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Şêrawayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Şêrawayê hate pîrozkirin
17 tîrmeh, 2020   17:07
ŞEHBA

Pîrozbahî ji aliyê Mecilsa Navçeya Şêrawayê ve bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate lidarxistin.

 Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Maclisa Navçeya Şêrawa Ehmed Silêman diyar kir ku Şoreşa Rojava gel ji zextê û desthilatdariyê ber bi demokarsî û azadiyê ve bir û wiha got: "Ev şoreş destpêka azadî û demokrasiyê ye,  ji destpêka şoreşê û heya roja îro gelek destkeftî hatine bidestxistin. Divê ku em parastina wan bikin ji ber ku ev destkeftî bi saya xwînên şehîdan hatin bidestxistin.

Koma Çiyayê Leylûnê ya Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Şêrawayê hin stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û gel jî dîlan li ber wan stranan gerandin.

Di dawiyê de jî Koma Şehîd Şêro ya Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Şêrawayê hin stranên gelerî pêşkêş kirin.

(rm)

ANHA