QSD’ê qonaxa duyemîn a pêngava ‘Tunekirina Terorê’ ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk destpêkirina qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê ragihand.

QSD’ê qonaxa duyemîn a pêngava ‘Tunekirina Terorê’ ragihand
17 tîrmeh, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 10`ê Hezîrana 2020`an de destpêkirina qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li gundewarên Hesekê û Dêrazorê ragihandibû. Di encamê de 110 çete girtibûn.

Îro Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî ku li ser malpera xwe weşand, destpêkirina qonaxa duyemîn a pêngavê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me vê sibehê 17`ê Tîrmeha 2020`an qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê dan destpêkirin.

Pêngava me li ser daxwaza şênî û rûspiyên êlên herêmê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên ku ewlehiya herêmên Dêrazorê binpê dikin, hat. Bi taybet piştî ku êrişên DAIŞ`ê li dijî sivîlan zêde bûn.

Yekîneyên Antîterorê, hêzên Koalîsyona Navdewletî tev li vê pêngavê dibin tevî piştevaniya asîmanî. Ev pêngav dê heta pêkanîna armancên ku fermandariya giştî diyar kirine, berdewam bike.”

(şx)

ANHA