Serokeşîrên Lîbyayê banga destwerdana welatên Ereb li Lîbyayê kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misrê Ehmed Hafiz ragihand ku Wezîrên Karên Derve yên Misir û Erebistana Siûdî der barê destwerdana li Lîbyayê de bi rêya telefonê axivîn.  Hafiz got her du wezîran, bal kişand ser dijberiya destwerdana derve ya li Lîbyayê. Her wiha got ku eşîrên li Lîbyayê, pêşwaziya destwerdana Ereb ya li hemberî dewleta Tirk dikin.

Serokeşîrên Lîbyayê banga destwerdana welatên Ereb li Lîbyayê kir
17 tîrmeh, 2020   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Hafiz duh tev li bernameyek televziyona El-Erebiye bû. Hafiz di wê hevdîtinê de diyar kir ku wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî û wezîrê karê derve yê Erebistana Siûdî  Feysel Bin Ferhan bi telefonê, der barê destwerdana li Lîbyayê de axivîn.

Heman çavkaniyê got Ehmed Hafiz diyar kir ku wê her du welat bi hev re li hemberî metirsiyê bisekinin. Misir û Erebistana Siûdî li hember bicihkirina çeteyan li nava Lîbyayê hem fikir e û ji vê yekê nerazîne.  Her du welat piştevaniya çareseriya siyasî dikin.

Duh serokeşîrên Lîbyayê jî bi rêya televziyona El-Erebiyeyê bang li xelkên Lîbyayê kiribûn ku li dijî dewleta Tirk yek deng bin.

Duh ji bo piştgiriya parlamentoya Lîbyayê ku daxwaz destwerdanê li Lîbyayê bike li Misirê kiribû, şêx û rûspiyên Lîbyayê serdana Qahîreyê kiribûn û daxwaza destwerdanê dubare kir.

Di dema hevpeyvînê de, serokkomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî destnîşan kir ku ji bo pêşerojeke baştir, ew bi hemû derfetên xwe hewl didin ku vîna azad ya gelê Lîbayê vejînin.

El-Sîsî got: “Ewlehiya Lîbyayê, ewlehiya me ye û êdî divê şandina çeteyan ber Lîbyayê ve were rawestandin.”

Şêx û rûspiyên Lîbyayê jî careke din daxwaz ji El-Sîsî kir ger Tirkiye êrişan bibe ser bajarê Sirtê ya Lîbyayê yekser destwerdanê bike.