SOHR: Li dijî komên alîgirên Îranê yên li Dêrazorê êriş pêk tên

SOHR’ê daxuyand ku gelek êrişên dijwar li herêmên di bin serweriya komên girêdayî Îranê yên li nêzî sînora Sûriyê-Iraqê de çêbûn ku tê texmînkirin balafirên şer ên Îsraîlê pêk anîne.

SOHR: Li dijî komên alîgirên Îranê yên li Dêrazorê êriş pêk tên
17 tîrmeh, 2020   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku gelek teqînên dijwar li herêmên di bin serweriya hêzên Îran û komên alîgirên wê de li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê pêk hatin.

SOHR’ê di 12’ê vê mehê dê derbasbûna sewqiyatên leşkerî û lojîstîk ên nû yên girêdayî Heşdî Şabî ber bi herêmên di bin serweriya hêzên Îranê li Bokemalê ya li rojhilatê Dêrazorê de belge kir. Di wan sewqiyetan de endam û alavên lojîstîk ên ji Iraqê hatine, hene.

Girêdayî mijarê, SOHR’ê piştrast kir ku hêzên Îranê li herêma Bokemalê di navbera 48 saetên dawîn de rastî tu bombebaranan nehatine.

Dem bi dem balafirên nenas nuqteyên girêdayî Îranê li Sûriyê hedef digirin ku dezgehên çapemeniyê texmîn dikin ku ev balafir ên Îsraîlê ne.

(fr)