Îran gefan li Îsraîlê dixwe: Em ê bê deng nemînin

Li gorî raporên Îsraîl û Amerîkayê,  Îran hewl dide nakokiya bi Îsraîlê re li Sûriyê gur bike. Bi taybet piştî ku Îsraîlê êrişên xwe li dijî hêzên Îranê li Sûriyê zêde kirin, teqîn û şewatên ku li tevahiya Îranê rû dane.

Îran gefan li Îsraîlê dixwe: Em ê bê deng nemînin
17 tîrmeh, 2020   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kan a Îsraîlê vê sibehê ragihand ku Îranê gefa êrişeke leşkerî li Îsraîlê xwar, heger Îsraîl êrişên xwe yên asmanî li Sûriyê bidomîne.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebû Fedil Şekrecî di 16`ê Tîrmehê de xuya kir ku dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê têkildarî şerê li dijî hêzên Îranê yên li Sûriyê zêde propagandayê dike û dê Îran li hemberî van êrişên bê deng namîne.

Şekrecî di nav gotinên xwe de gefa bersîvdayînê li Îsraîlê xwar heger êrişên xwe li dijî fermandarên Îranê yên li Sûriyê ranewestandin.

Tevî ku gelek şîrovekar texmîn dikin ku Îsraîl berpirsa van rêzeteqînên li Sûriyê ye, lê dîsa jî Îsraîlê ew êriş negirtine ser xwe. Li şûna wê Îsraîlê bê deng ma, di vî warî de Şekrecî îdiayên Îsraîlê ku di êrişan de bi sedan an jî bi hezaran îranî mirine, derewandin û got tenê 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Şekrecî da zanîn ku şêwirmendên Îranê bi awayekî qanûnî û li ser daxwaza hikumeta Sûriyê ji beriya 9 salan ve li Sûriyê ne. Şekreci diyar kir ku Îranê bersiva êrişên Îsraîlê bi êrişekê li dijî baregeha Îsraîlê li Colanê da. Li gorî ku ragihandiye ev êrişa bi moşekan di Gulana 2018`an de pêk hat.

Li gorî malpera Monitor a Amerîkayê ne diyar e çima Şekrecî ev daxuyanî da, dibe ku bi şewat û teqînên ku di vê dawiyê de li Îranê rû dane ve girêdayî be.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Mûsawî di 16’ê Tîrmehê de îşaret pê kir ku îdiayên ku dibêjin Îsraîl li pey teqîna dawî li kargeha Netnez a nukleerî ye, şerek propangadayên ji hêla dezgehên çapemeniyê yên biyanî bi taybet çapemeniya cihûyan e.

Li tevahiya Îranê rêzeteqînên mezin û şewatan rû dan, bi taybet di avahiya Tîbe de, teqîna li nêzî baregeha li rojhilata Tehranê û şewatên heft keştîgehan.

Li gorî Al-Monitorê, îhtîmal heye ku DYA`yê li paş wan êrişan be. Li gorî berpirsên berê yên Amerîkayê rêveberiya Trump destûra pêkanîna êrişên veşartî di hundirê Îranê de daye Ajansa Îstixbarata Navendî.

(eh)