Sûdanê komeke çeteyên dewleta Tirk li ser sînorê Lîbyayê girt

Hêzên ewlehiyê yên Sûdanê ragihand ku li bakurê Darfurê komeke “koçberên nerewa” ku berê xwe dida Lîbyayê da ku tev li çeteyan bibin, hate girtin.

Sûdanê komeke çeteyên dewleta Tirk li ser sînorê Lîbyayê girt
17 tîrmeh, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiye û çeteyên wê yên hevalbenên hikumeta Wîfaqê hewl didin bi hemû hêza xwe li Sirte û Cefrayê serwer bin, ew jî ji bo cihê wan ê stratejîk û dewlemendiya binerd.

Qahîrayê ji ber xetereya li ser ewlehiya wê, însiyatîfa agirbestê û diyalogê dest pê kir. Însiyatîf bi kêrî hikumeta Wîfaq û Tirkiyê nehat û hewl da ber bi Sirteyê ve biçin.

Duh serokê Misirê, hikumeta Wîfaq û çeteyên wê ji derbaskirina sînorê Sirteyê re hişyar kir û wiha got: "Em li hember gefên li dijî ewlehiya me destgirêdayî namînin. Xetên me li Lîbyayê, banga aştiyê ne. Lê belê red dikin ku Lîbya vegere cihekî ewle ji kesên tundraw re û Misir destwerdana derve li Lîbyayê red dike."

Di heman demê de serokê meclisa bilind a rûspî û mezinên qebîleyên Lîbyayê di serdana Misirê de piştrast kir ku qebîleyan ji serok Abdulfettah El-Sîsî xwest ku çi êrişa li ser Sirteyê çêbû, artêşa Misirê destwerdanê lê bike.

Li aliyekî din jî hê jî rejîma Erdogan di plana xwe ya mêtingeriya li Lîbyayê de berdewam e û li hember tevahî hişyariyên civaka navneteweyî ye ku çete û çekan ji bo şandina Lîbyayê qedexe dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), heta niha hejmara çeteyên ku çûne xaka Lîbyayê, nêzî 16 hezar û 100 e ku ji çeteyên sûrî ne, jê jî 340 zarokên kêmî 18 saliyê ne.

Berdevkê hêzên piştevaniya lezgîn ên Sûdanê serbaz Adem Mihemed Ehmed Salih duh got hêzên wan di 12’ê Tîrmehê de komek ji 80 kesan girtiye, jê jî 2 kes biyanî ne ku berê xwe didan Lîbyayê.

Salih piştrast kir ku di 15’ê vê Tîrmehê de jî, komeke din mîna wê ji 80 kesî ku berê xwe dida Lîbyayê ji bo çetetiyê, girtin.

Ji aliyekî din ve jî gerînendeyê polîsên wîlayetê lîwa Yehya Mihemed Ehmed Nûr got xebata disîplînê, Sûdanê ji gelek tawanên li dijî wê ku berpirsê şandina çeteyan e, diparêze.

(fr)