Kar û xebata şaredariyên herêmê berdewam e

Şaredariyên Qamişlo û navçeya Fafînê ya Şehbayê dest bi hemleyên paqijkirinê kir û rê li pêşiya avêtina çopê girt, di heman demê de Şaredariya Efrînê da ku avê ji koçberan re dabîn bike, boriyên avê fireh kirin.

9 tîrmeh, 2020   10:07
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo şêniyên çop nediavêt devera hatiye diyarkirin, Şaredariya Gel jî di çarçoveya parastina ji Koronavîrusê îro dest bi hemleyên hişyarkirin û paqijkirinê kir.

Endamê Rêveberiya Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel Dijwar Bêzê diyar kir ku di çarçoveya xweparastina ji vîrusa koronayê de wan dest bi hemleya paqijiyê û hişyarkirinê kiriye. Hemle dê deh rojan dewam bike û hemleya perwerdekirinê jî dê hefteyekê dirêj bike û piştî proseya paqijkirinê ew ê dest bi şûştina kolanan bikin.

Beriya niha Şaredariya Gel bajar paqij kir, bajar dezenfekte kir û belavok li xelkê belav kirin, lê belê hin şêniyên bajêr xwedî li paqijiya bajêr derneket û şaredariya Qamişloyê neçar ma dest bi hemleyeke wiha bike.

Dijwar Bêzê da zanîn ku proseya paqijyê bi hevkariya komînan û zabîteyên muxalifan diyar dikin, dê bi rê ve biçe.

Dikandarê bi navê Ebdulezîz Meqso ku dikana wî li kolana Kornêş e, axivî û got avêtina çopê li devêrên nêzî konteynirên çopê ne şaristanî ye, divê beriya kamyonên zibalê bigerin, her kes gemara xwe daxîne û li gorî dema hatiye diyarkirin, tev bigerin.

Meqaso parve kir ku gaveke pir baş e ku şaredarî bi hemleyên wiha radibe û gel hişyar dike, nexasim di werza havînê de, ji ber ku heke rê li pêşiya vê diyardeyê neyê girtin, ew ê kêzik û gurmik zêde berbelav bibin.

FAFÎN

Di heman çarçoveyê de vê sibê Şaredariya Gel a Fafînê dest bi hemleya paqijkirina bajarok kir, derman li kolanan reşandin û kolan dezenfekte kirin.

Derdora 50 endamên şaredariyê, 2 sehrîcên avê û 2 traktorên ku derman li kolanan reşandin jî tev li hemleyê bûn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Fafînê Mihemed Ehmed da zanîn ku ji ber ku herêm dorpêçkirî ye, nikarin dermên derbasî kantonê bikin, lê dîsa jî bi armanca xweparastina ji nexweşiyan dest bi hemleyên paqijî û dezenfektekirina kolanan kirin. Ehmed destnîşan kir ku bi dehan karker beşdarî hemleyê bûn.

Mihemed Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gel kir ku xwedî li paqijiyê derkevin û xwe ji nexweşiyan biparêzin.

ŞEHBA

Şaredariya Gel a Şehbayê piştî boriyên avê yên kampa Şehbayê ya girêdayî navçeya Şêrawayê bi dawî kir, dest bi firehkirina boriyên Kampa Serdem a navçeya Ehdasê kir û bi vê yekê avê ji koçberan re dabîn dike.

Da ku zextê li ser destşoyên giştî sivik bikin, 4 xetên avê li seranserî kampê kişandin û borî ji xezanên avê yên mezin jî kişandin. 

Şaredariyê diyar kir ku ew ê boriyên Kampa Berxwedan û kampên din jî berfireh bikin.

(eh)

ANHA