Çeteyên El-Hemzat ambargo li gundê Firêriyê ferz kir

Çeteyên El-Hemzat ambargo li SER şêniyên gundê Firêriyê yê navçeya Cendirêsê ya kantona Efrînê ji beriya 3 rojan ve ferz kiriye.

Çeteyên El-Hemzat ambargo li gundê Firêriyê ferz kir
9 tîrmeh, 2020   10:55
EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku piştî ku şêniyên gundê Firêriyê yê navçeya Cendirêsê red kir ku bacê bidin çeteyan, çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ev 3 roj e ambargo li wan ferz kiriye.

Her wiha çavkaniyan tekez kir ku çete derbasî gund bûn, li şêniyan xistin û milkên wan talan kirin.

(bx)

ANHA