Li Baxozê çalakiya hişyarkirina ji xeteriya bermahiyên şer

Ciwanên bajarokê Baxozê bi koordîneya meclisa bajarokê re çalakiya hişyarkirina zarokan ji bermahiyên şer orgenîze kirin.

Li Baxozê çalakiya hişyarkirina ji xeteriya bermahiyên şer
Li Baxozê çalakiya hişyarkirina ji xeteriya bermahiyên şer
Li Baxozê çalakiya hişyarkirina ji xeteriya bermahiyên şer
Li Baxozê çalakiya hişyarkirina ji xeteriya bermahiyên şer
Li Baxozê çalakiya hişyarkirina ji xeteriya bermahiyên şer
28 hezîran, 2020   14:03
DÊRAZOR

Komek ciwanên bajarokê Baxozê bi koordîneya meclisa bajarokê re bi armanca hişyarkirina zarokan ji xeteriyên bermahiyên şer, çalakiyek bi navnîşan `Sibe xweşiktir e` orgenîze kir.

Tevî zarokan bi dehan şênî û endamên Meclisa Bajarokê Baxozê tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi şîrovekirina cismên biyanî ku dibe li ser jiyana zarokan xeter bin bi rêya wêneyên girêdayî mijarê, destpê kir. Piştre tîma dildarî şanoyek ku rêbaza danûstandina bi cismên biyanî re û girîngiya xwenditnê diyar dike, pêşkêş kir.

Di dawiya çalakiyê de xelat li zarokan hatin belavkirin. Xelat ji pêlîstok û belavokên hişyariyê pêk hat.

(şx)

ANHA