Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a Minbicê xebatên xwe yên xizmetguzarî li bajêr didomîne.

Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Minbicê xebatên xwe didomîne
28 hezîran, 2020   13:48
MINBIC

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê li bakurê bajêr li ser rêya Cerablusê toreya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 2 hezar û 400 mître dirêj dike û toreya kanalîzasyonê li rojavayê bajêr li ser rêya Helebê û rojhilatê bajêr li ser rêya Cizîrê restoran dike.

Girêdayî mijarê hevserokê şaredariyê Qasim Ebûd diyar kir ku şaredarî hewl dide rewşa bajêr ji aliyê xizmetguzarî ve pêş bixe. Bi wê armancê dest bi xebatên girêdayî toreyên kanalîzasyonê û vekirina rêyan.

Ebûd destnîşan kir ku şaredarî dê di demek nêz de dest bi ziftkirina rêyên bajêr bike û got: "Ji ber aloziya ku bajar tê re derbas dibe û pandemiya Koronavîrusê, miqdara qîr hindik e."

Ebûd bibîr xist ku şaredarî dê xebatên girêdayî binesaziya bajêr, avakirina piran û pêşxistina xuyenga bajêr pêk bîne.

(şx)

ANHA