Lubnan gazî balyoza DYA'yê kir

Medyaya Lubnanê ragihand ku wezîrê derve yê Lubnanî Nasîf Hetî gazî balyoza Amerîkayê ya li Beyrûtê Dorothy Chia kir.

Lubnan gazî balyoza DYA'yê kir
28 hezîran, 2020   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Hetî dê sibe (Duşemê) li Beyrûtê hevdîtinê bi balyoza Amerîkayê re pêk bîne da ku wê agahdar bike ku dest li kar û barên welat wernede.

Hate destnîşankirin ku wezîr dê balyoza Amerîkayê hişyar bike ku "Nabe axaftinên wê lubnaniyan li dijî aliyên din sor bike ku hin jê di desthilatê de beşar in."

Beriya rojekê dadwerkî Lubnanê ji bo dezgehên ragihandinê biryarek da ku daxuyaniya  balyoza Amerîkayê ya li Beyrûtê Dorothy Chia neyên weşandin  û têkildarî daxuyaniyên wê yên derbarê Hizbullah de hevpeyvînê pê re neyên kirin.

Dorothy di hevpeyvînekê bi rojnameyekê re got: "Siyaseta Amerîkayê di çarçoveya têkoşîna li djiî terorê de ne tenê li dijî Hizbullah, di hemaan demê de aliyên ku desteka madeî didin cezayan ferz dike."