'Kujerê jinên Kobanê û zarokên Silêmaniyê yek e'

Li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi slogana"kujerê jinên Kobanê û zarokên yek e" konê çalakiyê li pêşiya navenda Ciwana a li bazara navendî ya Tebqayê vegirt.

'Kujerê jinên Kobanê û zarokên Silêmaniyê yek e'
28 hezîran, 2020   12:59
TEBQA

Konê çalakiyê bi pankartên bi nivîsên"Şehîdên me nirxên gelan in", "Jinên Tebqayê sûcên li dijî jinan red dikin", "Yekitiya xwe ava kir", "em bi ser ketin dê li ber xwe bidin ku xwe biparêzin", her wiha bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û şehîd Zehra Berkel hat xemilandin.

Bernameyê konê çalakiyê bi xwendina daxuyaniyê ji hêla endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra Hemada dest pê kir.

Daxuyaniyê da zanîn ku sûcên hovane yên dewleta Tirk li dijî jinên têkoşer ên ku ji destpêka dagirkirina xaka Sûriyê ve li dijî hişmendiya Tirkiyê şer dikin, isbata armancên dagirkeriyê dikin, ku ew jî şikandina vîna jina azad, çewisandina nasnameya jina azad û tunekirina destkeftiyên ku ji destpêka şoreşa qezenc de kirine, ye. Mînaka vê yekê jî qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef, doza jinên Efrînê yên revandî û sûcên qetilkirinê yên li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk tên."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bombebarana artêşa Tirk ji herêma Şengalê û kampa Mexmûrê re berdewamkirina rêzesûcan e, her wiha bi balfira bêpîlot êrişî gundê Helincê kir û maleke sivîl ku tê de 3 jin hebûn, bûn qurban û gihaştin asta şehadetê, ji van jinan jina têkoşer û endama Koodînasyona Kongreya Star a rojhilatê Firatê Zehra Berkel e ku para wê jî di rizgarkirina Kobanê ji terorîstên DAIŞ`ê de hebû.

Şaredariya Gel a Tebqayê berî her kesî serdana konê çalakiyê kir û endama rêveberiya nivîsgeha jinan a şaredariyê Emel Şêx Mûsa axivî û soz da şehîdan ku ew ê li dijî dagirkeriyê tê bikoşe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber em ê şopdarên rêya şehîdan bin, her wiha em ê deng û vîna jina azad û têkoşer bin, divê mohra xwe li rûpelên dîrokê bixin û piştî derxistina dagirkeriyê ji welatê xwe bi civaka xwe re bigihêjin fikirê demokrat û azad."

Tê payîn ku bernameyê konê çalakiyê du rojan berdewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xIkyotmSpY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>