HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, PYD û Komîteya Aboriyê ya herêma Cizîrê endamên Hêzên Parastina Cewherî (HPC( li ser karê wan yê parastina zeviyan çandiniyê xelat kirin.

HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin
HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin
HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin
HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin
HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin
HPC`ê der barê parastina mewsima çandiniyê de hat xelatkirin
28 hezîran, 2020   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi destpêkirina çinîna mewsîma çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Hêzên Parastina Civakê (HPC( ji bo parastina ji şewatê li nav zeviyan belav bûn ku par ziyanên madî yên mezin li cotkaran kirin .

Îro li kantona Qamişlo li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Hûnerê li bajaroka Rimêlan şahiyeke xelatkirina HPC`ê hate lidarxistin. Tê de bi sedan ji endamên HPCê ji hemû navçe, bajar û bajarokên kantona Qamişlo  ji bo xelatkirina li ser keda parastina zeviyan amade bûn.

Di şahiya xelatkirinê de hevserokê Meclisa  Rêveber a  Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û spasiya endamên HPC’ê kir û got : "Em di qonaxeke  zor û bi krîz re derbas dibin û ji hemû eliyan ve tên hedefgirtin, lewra divê  em ji vê erdê re parêzvan bin,  ji ber ku dijmin dixwaze aborî me derbe bike û zeviyên me bişewitîne."

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif li ser rola HPCê ya parastina zeviyan  wiha got:"  Îro em li ser bingeha jiyana hevbeş civakeke parastî, şerker û birêxistinkirî ava dikin, her wiha  divê  em piştgiriya hev di her rewşekê de bikin, hêzê ji xwe hevdu bigirin."

Di dawiya axaftina Foza de  spasiya endamên HPCê kir  û bal kişand ku parastina   zeviyan xweşî xiste dilê welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de .

Şahî bi xelatkirina endamên HPC’ê yên kantona Qamişlo ji hêla Meclisa Rêveber a herêma Cizîr, PYD û Komîteya Aborî ya Cizîrê ve bi dawî bû.

ANHA