Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e

Şêniyên herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêma şermezar kirin û diyar kir ku Tirkiyê baş dizane ku azadiya jinên Kurd destpêka jiyana azad e.  Şêniyên  Qamişlo bal kişand ser girîngiya yekitiya pêkhateyên herêmê.

Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
Şêniyên herêma Cizîrê: Azadiya jinan destpêka avakirina civaka azad e
28 hezîran, 2020   10:47
QAMIŞLO

23`yê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker bi firokeyeke bêpîlot êrişî maleke sivîl a li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê kir û di encamê de 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û welatiya bi navê Emîna Weysî şehîd ketin.

Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan vegirt û îro bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî bin kon bûn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên her 3 şehîdan, wêneyê rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên"Bi berxwedana Zîlan û Arîn em ê dagirkeriyê hilweşînin" û "Em têkoşîna bi rihê Hevrîn û Zehra bilintir bikin." Xemilandin.

Li bin konê sersaxiyê endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd axivî û bi navê şêniyên herêma Cizîrê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan ên berxwedana azadiyê re xwest. Hêvîn Seyîd wiha axaftina xwe dewam kir: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan û armancakirina jinan bi taybet, şikandina vîna jinan a azad e."

Hêvîn Seyîd anî ziman ku Tirkiyê baş dizane ku azadiya jinên Kurd destpêka jiyana azad e. Hêvîn da zanîn ku dê yekitiya gelan bi ser bikeve.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Şemo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi qirkirina gelê Kurd hebûna xwe isbat bike, lewma divê gelê Kurd û pekhateyên herêmê li dijî komkujiyên li dijî gelên herêmê, yekitiya xwe xurt bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MPAK6aW7Vy4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>