Banga beşdariya ji Mihrîcana 7’emîn a Çand û Hunerê re

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) bang li tevahî rewşenbîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî Mihrîcana 7’emîn a Çand û Hunerê ku tê payîn 10’ê Tîrmehê li dar bike, bin.

Banga beşdariya ji Mihrîcana 7’emîn a Çand û Hunerê re
28 hezîran, 2020   09:44
QAMIŞLO

HRRK`ê dest bi amadekirina Mihrîcana 7’emîn a Çand û Hunerê ya ku tê payîn 10’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo li dar bikeve, kir.

Çalakiyên mihrîcanê dê li navenda yekitiyê ya Qamişlo li dar bikeve. Tê zanîn ku mihrîcana yekemîn, duyemîn, sêyemîn û çaremîn li Amanyayê bi rê ve çû û ya pêncemîn li kantona Kobanê li dar ket û ya şeşemîn jî li Qamişlo li dar ket.

Çalakiyê mihrîcanê dê 6 rojan dewam bike, rojane saet ji 17:00 û heta 21:00’an dê bername berdewam be, paşê dê çalakî bi kernevaleke xelatkirina beşdaran bi dawî bibe.

Mihrîcana Çand û Hunerê dê ji stran, muzîk, şano, xwendina helbestan û çîrokan, pêşengeha hunerên bedew(Şêwekarî), semîner û panelên çandî pêk were.

Mihrîcan bi diruşma"Kaniyên Kesk" were vekirin, ji ber îşaretê bi bajarê Efînê, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dewleta Tirk a dagirker ew dagir kirine, dike.

Endamê komîteya amadekar yê HRRK`ê Azad Evdikê bang li kesên dixwazin beşdarî çalakiyê mihrîcanê bbin, kir û got:"Beyî cudabûn deriyê me ji her kesî re vekirî ye."

Heta niha derdora sed kesî navên xwe dane komîteya amadekar a Mihrîcana Çand û Hunerê ya 7’emîn da ku beşdarî mihrîcanê bibin.

(eh)

ANHA