Ehmed Huseynî: Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)Ehmed Huseynî diyar kir ku dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi vê yekê hewldide ku gelê Kurd bi çand, ziman û dîroka wî ve tune bike.

Ehmed Huseynî: Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e
28 hezîran, 2020   09:23
QAMIŞLO-LÎLAV MIHMED-SOLÎN REŞÎD

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) Ehmed Huseynî ji ajansa me re nirxand.

'ARMANCA DEWLETA TIRK TUNEKIRINA KURDAN E'

Ehmed Huseynî parve kir ku dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi van êrişên hewldana tunekirina hebûna gelê Kurd dike, çewisandina dîrok, çand û zimanê kurdan dike nexasim piştî ku kurdan serî li hemberî hişmendiya Tirkiyê netewand û êdî diyar bû ku Kurd xwedan fikir û nêrîn in û dikarin mafên xwe bi dest bixin.

Ehmed Huseynî anî ziman heke ji destên dewleta Tirk a dagirker were oksejînê ser gelê Kurd qut bike, ew ê bike.

Ehmed Huseynî da zanîn ku sûcên artêşa Tirk a dagirker ne tenê li dijî gelên Kurd ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, lê belê li dijî tevahiya gelê Kurd e, ji ber dijminatî û înkara hebûna gelê Kurd, înkara dîroka gelê Kurd ji armancên sereke yên dewleta Tirk e.

' DIVÊ PARTIYÊN KURDÎ XIZMETA GELAN BIKIN'

Ehmed Huseynî bang li partiyên siyasî kir û got di vê pêvajoyê de divê ji bo xizmeta gelê Kurd pêk ve diyalogan bi pêş bixînin û kar û xebatê bikin, dûrî fikira partîtiyê ya teng bin, ji ber xizmeta gelê Kurd nake.

Ehmed bal kişand ser ku divê hêzên kurdî parastina dîroka Kurd bikin, ji ber mayîndebûna çanda kurdî di parastina dîrokê de ye, her wiha bi vê yekê dikarin rê li pêşiya dijmin bigirin, ji ber dijmin hewldana tunekirina çanda kurdan dike û wiha domand:"Çanda kurdî jî hebûn û dîroka gelê Kurd e û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe."

Ehmed Huseynî bi lêv kir ku divê li hemberî van sûcên dewleta Tirk li dijî dîroka Kurd, hebûn û çanda Kurdan pêk tîne, gelê Kurd dengê xwe bilind bikin.

' ROLA REWŞENBÎRAN DI HIŞYARKIRINA GELAN Û SIYASETMEDARAN DE'

Endamê HRRK’ê Ehmed Huseynî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di demeke wiha de ku artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş û sûcan pêk tîne, rola herî girîng dikeve ser milê rewşenbîrên Kurd, lewma divê rewşenbîrê Kurd di vê pêvajoyê de xwedan helwest be, da ku gelê Kurd û partiyên siyasî hişyar bikin û ragihînin ku bersiva herî rast ji êrişên li dijî gelê Kurd yekitiya gelê Kurd e û jiyana li ser bingeha azadiyê ye."

Di dawiyê de Ehmed Huseynî parve kir ku divê rewşenbîr yekitiya xwe ava bikin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêvegerekê ji bo rewşenbîran ava bikin û armanca vê lêvegerê jî çareseriya pirsgirêk û têkiliyên civakî û siyasî be  û wiha domand:"Di heman demê de, xwe ji hemû nakokiyên siyasî rizgar bikin û rewşenbîr bibe xwedan kesayeteke azad, da ku ji gelan pêk ve re diyar bibe ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êş û azarên xwe ve jî ku hewldana avakirina kurdekî azad dike, nûnertiya wî bike û ne tenê ji bo siyasetmedaran e."

 (eh)

ANHA