Li Kobanê û Reqayê şaredarî plansaziya xwe berdewam dikin

Şaredariya Gel a Kobanê ji beriya çend rojan ve dest bi qîrkirina rêyan kir, her wiha Şaredariya Kesrat li ser rêya gundewarên başûrê Reqayê xizmeta 13 gundan dike.

Li Kobanê û Reqayê şaredarî plansaziya xwe berdewam dikin
Li Kobanê û Reqayê şaredarî plansaziya xwe berdewam dikin
Li Kobanê û Reqayê şaredarî plansaziya xwe berdewam dikin
Li Kobanê û Reqayê şaredarî plansaziya xwe berdewam dikin
Li Kobanê û Reqayê şaredarî plansaziya xwe berdewam dikin
28 hezîran, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên Gel ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xizmeta welatiyan kar û xebata xwe berdewam dikin û di vê çarçoveyê de şaredarî hewl didin plansaziya xwe ya salane bi dawî bikin, di heman demê de werşeyên şaredariyan xizmeta welatiyên dikin.

KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê bi hevkariya Şîrketa Firatê ya Îsfeltê ku girêdayî Desteya Rêveberiya Herêmê û Şaredariyên herêma Firatê ye, dest bi qîrkirina rêyên berî niha di çarçoveya plansaziya îsal de hatibûn amadekirin, kir.

Rêyek ji rêyên ku werşe dest bi qîrkirina wê kiriye, rêya di navbera naveçya Şêran û gundê Cem Heran de ye. Dirêjbûna rêyê 4 km, kêmberiya wê jî 6 metre ye û bilindbûna qîrê jî 8 cm e. Werşeyê 21`ê vê mehê dest bi kar kir û tenê 2 km rê qîr kir.

Çavdêran diyar kir da ku wekî salên derbasbûyî pirsgirêk dernekevin tedbîr girtine, nexasim piştî ku rêyan qîr dikin bi çend mehan dipeqe.

Piştî werşe rêya di navbera navçeya Şêran û gundê Cem Heran ê rojhilatê bajarê Kobanê bi dawî bike ew ê dest bi ziftkirina rêyên gundewarên rojhilatê bajarê Kobanê bike, ji ber ew jî di nava plansaziya wan de ye.

Her wiha rêyên gundêKobik Satin, Com Elî û Elîşar bi dirêjahiya 5 km û kêmberiya 6 metrayan di plansaziya şaredariyê de ne.

Rêya Coxir, Mînas ku dirêjahiya wê zêdetirî 4 km e, rêya Xerab Işik, Çelebiyê û gelek rêyên navçeya Sirînê di nava plansaziya şaredariyê de ye.

REQA

Şaredariya Gel a Kesrat ji gundewarê başûrê Reqayê heta bi 13 gundan xizmetê dike, hejmara niştecihên wan derdora 500 hezaran e. Şaredariya Gel ji ber Koronvîrusê plansaziya xwe temam nekirbû û niha kar û xebata xwe berdewam dikin.

Şaredariyê ji sedî 70 kar û xebata xwe bi cih anî û dest bi projeyên sererastkirina rêyên zirar dîtine kir, nexasim rêyên ber bi zeviyan, rê bi qumê hatine rastkirin.

Her wiha werşeya şaredariyê têketina pira kevn ji keviyên wê sererast kir, bi daran xemilandin, tabloyên bi nivîsên"Parastina jîngehê bikin" li ser rêyan danîn û tabloyên nîşaneya bi şaristaniya Reqayê dike jî danîn.

Şaredaiyê projeya kanalîzasyonan li têketina avahiyên gundê Kesra Efnan bi dirêjahiya 260 metreyan bi lêçûna derdora 13 milyon lîreya sûrî bi cih anî, her wiha kanala ava baranê li derdora gundê Kesra Şêx Cuma bi dirêjahiya 120 metreyan û lêçûna 3 milyonan jî kola.

Beşa Jîngehê ya şaredariyê, sazûmaniya 4 bexçeyan ji nû ve ava kir, xebatên sererastkirinê ev in; li naverasta bexçe gol çêkirin, daniştek û sîwan danîn û darên xemlê (Zînê) çandin û av didin.

Serokê Komîteya Xizmetê ya Şaredariya Kesrat Ehmed Ziêter anî ziman ku plansaziyek li pêşiya wan e ku der barê wê de nîqaş çêbûn û radestî Komîteya Rêveberiya Hêrêmî û Şaredariyan ya Meclisa Sivîl a Reqayê kir, da ku erê bike û lêçûna projeyan bide wan.

(eh)

ANHA