Trajediya jinekê ku ji ber sûcên Tirkiyê li Efrînê hewl da xwe bikuje

Jina bi navê M.B ji ber lêdana çeteyan û dermana şaş a ku bijîşkê girêdayî çeteyan daye wê, rewşa tenduristiya wê gelek xirab bûye. Ev hemû li gel bêdengiya navdewletî rû da.

Trajediya jinekê ku ji ber sûcên Tirkiyê li Efrînê hewl da xwe bikuje
28 hezîran, 2020   05:50
HELEB-HENEN MIHEMED-MIHEMED EBDO

Bûyerên qetilkirin, revandin û talankirin li herêmên ku dewleta Tirk dagir dike roj bi roj zêde dibin. Bi taybet sûcên li dijî jinan. Ji nav bi hezaran jinên ku rastî îşkenceya derûnî û bedenî hatine çîroka jina bi navê M.B a ku ji ber tirsa li ser jiyana malbata xwe ya ku li herêmên dagirkirî dimîne, nexwest navê xwe eşkere bike.

Ji ber rewşên dijwar li Efrînê û ji ber ku şênî nikarin qûtên xwe yên rojane peyda bikin, tevî wê ji ber sûcên çeteyan ên dermirovî M.B neçar ma ji Efrînê derkeve û berê xwe bide Helebê.

Niha li Helebê dimîne û rewşa wê krêtîk e. M.B zehmetiyên ku li Efrînê ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kişandine vegotin û got: "Çeteyan mina her car sahrîcek av bê pere ji birayê hevserê min xwest. Lê birayê ew daxwaz red kir ji ber ku her tim wisa dikin. Di encamê de bi hev ketin. Ez û hevserê xwe bi lez me alîkariya wî kir. Lê çeteyan bi ço li min û hevserê min da."

M.B wiha domand: "Piştî wê me biryar da li cem polîsa leşkerî giliyê wan çeteyan bikin. Lê çeteyan nehişt û gotin her kesê biçe cem wan dê ceza bikin."

BIJÎŞK LI EFRÎNÊ BI ŞAŞTÎ DERMAN DIDIN QURBANIYÊN ÇETEYÊN TIRKIYÊ

M.B ji ber lêdana di serê xwe de serdana bijîşk dike û dibêje: "Êşa di serê min de ya ku piştî wê lêdanê çêbûye her ku çû zêde bû, ji ber wê min serdana bijîşkekî ku bi çeteyan re hatibû herêmê kir. "

M.B diyar kir ku ew bijîşk bi şaştî derman dane wê û got: "Ji ber ku bi şaştî derman da min, hinekî nexweşiyên nû bi min re çêbûn, mina gêjbûn. Êdî ez nediketim ferqa kiryarên xwe û bê hiş min tişt dikirin."

M.B destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê bajar ser û binî hev du bû. Malbatên çeteyan bi çavekî biçûk li şêniyên resen dinêrin. Dikanên çeteyan her tim vekirbûn. Dikanên şêniyên resen nedixebitîn. Ji wê zêdetir para malbatên çeteyan ji pakêtên alîkariyê ji ya şêniyên resen pirtir bûn bi hinceta ku milkên şêniyên resen hene. Ruxmî wê jî çeteyan milkên şêniyan di nav hev de parve dikin li rex bacên ku ji wan distînin.

M.B wiha pê de çû: "Dîmenên Efrînê piştî dagirkirinê gelekî hatin guhertin. Veguheriye bajarê çeteyan piştî ku şêniyên resen ji bajêr derxistin."

FÎDYA XWEST, LÊ PIŞTÎ WERGIRTINA FÎDYEYÊ KESÊ EW REVANDÎ QETIL KIR

Têkildarî bûyerên revandinê yên domdar  M.B got: "Rojekê çeteyan keçek biçûk ji gundê Hisê yê girêdayî navçeya Reco ji mala wê revand bi hinceta ku bi Rêveberiya Xweser re xebitî ye. Piştî demekê malbatê zanî ku di nexweşxaneyek parzêgeha Idlibê de ye."

Ji ber wê li gorî gotina M.B jinên Efrînê nikarin ji malên xwe derkevin bi taybet keçên ciwan. M.B bûyera revandina zilamê bi navê Saîd xwediyê kargeha guvaştina zeytûnê ji gundê Etmana yê girêdayî navçeya Reco vegot. Çeteyan heta piştî wergirtina fîdyayê ji malbatê, Saîd di bin îşkenceyê de kuştin.

M.B diyar kir ku çeteyan zarokan direvînin da ku wan tev li şerê Lîbyayê bikin û bibîr xist ku çeteyan kurê birayê hevserê wê du caran girtin ji ber ku erka xwe parastinê pêk aniye û got: "Bi rêbazên cuda hate îşkencekirin."

LANETA ÇETEYAN HETA LI HELEBÊ JÎ PÊ RE YE

Beriya ku M.B berê xwe bide bajarê Helebê, rewşa wê ya tenduristî gelek xirab bû. Ji ber wê hewl da xwe ji banê malê bavêje û xwe bikuje. Di encamê de destê wê yê çepê û stûna pişta wî şikîn.

Bijîşkê ku rewşa M.B dişopîne destnîşan dike ku M.B bi nexweşiyek derûnî (nefsî)ketiye ji ber zexta derûnî li gel tirsa ku  lêdan xwariye.

Bijîşk anî ziman ku mina van haletan li ser demeke dirêj bi çavdêriyek xurt ji hêla bijîşkan ve tevî peydakirin hawîrdora aram, tê dermankirin. Da ku nexweşiya xwe derbas bike.

Di dawiyê de M.B bang li civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya Tirkiyê bigirin û sûcên wê li Efrînê rawestînin.

(şx)

ANHA