Li Fîlandayê êrişên dewleta dagirker hatin şermezarkirin

Li paytexta Fîlandayê Helsinkiyê, Kurdan û dostên wan bi dirûşmên ‘Erdoganê terorîst, Erdoganê qatil ji Kurdistanê derkeve, kujerê jin û zarokan Erdogan’ êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan û herêmên Kurdistanê şermezar kirin.

Li Fîlandayê êrişên dewleta dagirker hatin şermezarkirin
27 hezîran, 2020   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Fîlandayê Helsinkiyê, Kurdan û dostên wan êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, Rojava û binpêkirinên li bakûrê Kurdistanê, şermezar kirin. Çalakî li navenda bajarê Helsinkiyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Erdoganê qatil ji Kurdistanê derkeve’, ‘Kujerê jin û zarokan Erdogan’ hatin berzkirin.

Di çalakiya prostestoyî de axaftin hatin kirin, avaftvanan gotin: “Dewleta Tirk a dagirker zagonên navnetewî binpê dike. Her roj li başûrê Kurdistanê mirovan qetil dike. Li Rojava êrişî jinên ku li hember DAIŞ’ê têkoşîne û encam bidest xistine, dike. Li bakûrê Kurdistanê hemû destkeftiyê Kurdan talan dike û di operasyonên dawî de bi sedan kes binçav kirin. YE û DYA bi bêdengiya xwe qanûnên xwe bi xwe binpê dikin. Hikumeta Fîlandayê dizane çekên ku difroşe Tirkiyê li hemberî Kurdan tê bikaranîn, lê dîsa jî ticareta çekan didomîne.”

Komên Fînî yên ku di wê demê de çalakiya wan hebû, ketina nava çalakiyê û piştgirî dan Kurdan û dostên wan. Heman şêweyî Kurdan jî piştgirî dan çalakiyan Fîniyan.