Li Girê Spî du çete hatin kuştin

Li bajarokê Hemam Turkman ê Girê Spî êrişî bendeke kontrolê ya çeteyên Ceyş El-Şerqiya hate kirin û du çete hatin kuştin.

Li Girê Spî du çete hatin kuştin
27 hezîran, 2020   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, îro saet di 14:20'an de kesên ne diyarî êrişî bendeke kontorlê ya çeteyên Ceyş El-Şerqiya ya li gundê Hemam Turkman ê navçeya Silûkê yê kantona Girê Spî kirin.

Hate diyarkirin ku du çete hatin kuştin, Ehmed El-Haşim ê ji Girê Spî û Hewaş El-Seîd ê ji Dêrazorê.

ANHA