'Divê hikumeta Rûsyayê li hemberî sûcên Tirkiyê helwesta xwe diyar bike'

Jinên ku li ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li Kobanê çalakî kirin, xwestin ku Rûsyayê li hemberî binpêkirinên Tirkiyê helwesta xwe diyar bike. Hêzên Rûsyayê hevdîtina bi şandeyê red kirin.

'Divê hikumeta Rûsyayê li hemberî sûcên Tirkiyê helwesta xwe diyar bike'
27 hezîran, 2020   18:37
KOBANÊ

Bi dehan endamên Kongreya Star li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirekr û bêdengiya hikumeta Rûsyayê ya li hemberî êrişê, çalakî li ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li girê Îzaa ya rojavayê bajarê Kobanê kirin.

Jinan wêneyên şehîdên êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagierker a li ser gundê Helîncê yê Kobanê hildan.

Çalakî 4 saetan dewam kir, hêzên Rûs hevdîtina şandeya Kongreya Star red kir.

Li ser vê yekê jinan daxuyaniyek dan. Tê de bang li dewletên di Koalîsyona Navnetewî de û hikumeta Rûsyayê kirin li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin.

ANHA