YPG’ê têkildarî bûyera 2013’an a li Amûdê daxuyaniyek da: Em lêborîna xwe radigihînin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku bûyera li Amûdê di sala 2013’an de pêk hatiye, mixabinî ye û ragihand “Em lêborîna xwe radigihînin û amade ne tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.”             

YPG’ê têkildarî bûyera 2013’an a li Amûdê daxuyaniyek da: Em lêborîna xwe radigihînin
27 hezîran, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê bûyera sala 2013’an a li Amûdê ku tê de sivîl jî hatibûn kuştin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Bûyera ku di rojên 27-28 Hezîrana 2013`an de li Amûdê  qewimî, facîa bû û ziyaneke mezin gihande gelê me û divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de dubare nebe.

Em wek Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û bi şaşiya mezin a ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya leşkerî dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bêguneh jiyana xwe ji dest da, itîraf dikin.

Em wek Fermandariya Giştî ya YPG`ê xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe raber dikin. Her wiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêborîna xwe radigihînin û tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.

Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bidestxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedakarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî mîsoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7vYf2G9tJ0Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>