Şehîd Zîlan li Dêrikê hate bibîranîn

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê bi civînekê şehîd Zîlan di salvegera 24`emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Şehîd Zîlan li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Zîlan li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Zîlan li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Zîlan li Dêrikê hate bibîranîn
27 hezîran, 2020   09:01
QAMIŞlO

Îro Kongreya Star di 24`emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan de civînek li dar xist. Şehîd Zîlan li bajarê Dersim ê Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anîbû û di encama wê de 50 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Civîn li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û Kongreya Star tev li civînê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Kongreya Star a bajarê Dêrikê Fatma Ehmed wiha axivî: "Şehîd Zîlan li dijî hêzên artêşa Tirk di sala 1096`an çalakiyeke fedayî pêk anî. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe hêza têkoşîna jinan li dijî şafîzmê û xebatên di hemû aliyên siyasî û leşkerî de, îsbat kir."

Paşê nameya şehîd Zîlan ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rûha Ehmed ve hat xwendin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9ABxuzed5tw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>