Li Îsraîlê 500 û li Filîstinê 67 kesên din bi Koronavîrusê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê heta duh 500 kesên din ên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, tomar kirin, her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî li parêzgeha Difa El-Xerbiye 67 kesên din ku bi vîrusê ketine, tomar kirin.

Li Îsraîlê 500 û li Filîstinê 67 kesên din bi Koronavîrusê ketine
27 hezîran, 2020   09:48
XEZA

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêrin Wezareta Tenduristiyê bi bîr xist ku 500 kesên din heta duh ku bi Koronavîrusê ketine, tomar kirin ku bi wê re jî hejmara giştî li Îsraîlê bû 22 hezar û 800, jê 16 hezar 872 baş bûne û 314 jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di hefteya borî de 2 hezar û 395 rewşên nû qeyd kirin. Têkildarî vê hejmara mezin, çavkaniyên Îsraîlê got Meclisa Wezaretê ya Biçûk a der barê Koronavîrusê de (Kabînet Korona) dê sibê li hev bicive ku derfetên rakirina hêsankirina qedexekirina derve lêkolîn bike û vegerin tedbîrên giştî yên berê.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî vê sibehê ragihand ku li parêzgeha Difa El-Xerbiye 67 kesên bi Koronavîrusê ketine, hatin tomarkirin. Wezaretê lê zêde kir ku hejmara rewşên aktîf bû hezar û 237, jê 11 xetere ne û xistine karantînayê.

Ji dema destpêka pandemiyê heta niha hejmar bûye hezar û 862, jê 620 baş bûne û 5 kes jî mirine.

(fr)