Hêzên hikûmetê 6 bajarok û gund topbaran kirin

Şer û topbaran qaşo li " herêmên bêçêk" didomin. Hêzên hikûmetê 6 bajarok û gundewarên ku çeteyên dewleta Tirk di wan de ne, topbaran kirin.

Hêzên hikûmetê 6 bajarok û gund topbaran kirin
27 hezîran, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku hêzên hikûmetê şevê din herêmên Riwîha, Bênîn, Sifohin, Filêfîl, Helobe, Kefer Uweyid ên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin û tu agahî der barê ziyanan de tune ye.

SOHR’ê destnîşan kir ku duh endamekî hêzên hikûmetê bi guleyên çeteyên Tirkiyê li eniya Sifohin a Cebel El-Zawiye hat kuştin. Her wiha hêzên hikûmetê yên li Birc Zahiye, eniyên Cebel El-Tirkmen ên gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kirin. Tu agahî der barê ziyanên mirovî de nehatin bidestxistin.

(bx)