Heke deriyê Til Koçerê girtî bimîne dê herêm bi krîzeke mirovî re rû bi rû bimîne

Di demekê de ku rêveberiya DYA'yê cezayên Qanûna Qeyser ferz kirine, deriyê sînor ê Til Koçerê yê li ser sînorê Sûriye û Iraqê girtî ye. Heke ev derî girtî bimîne dê krîzeke mirovî û tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe.

Heke deriyê Til Koçerê girtî bimîne dê herêm bi krîzeke mirovî re rû bi rû bimîne
27 hezîran, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Biryara Konseya Ewlehiyê ya NY'yê ya girtina deriyê sînor ê Til Koçerê (Yarûbiyê) bandoreke neyînî li rewşa mirovî û jiyanî ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Di demên dawîn de nîşaneya yekemîn a encamên vê biryarê di warê tenduristî û mekanîzmeya xebatên rêxistinên mirovî de derket, bi taybet piştî ku DYA'yê cezayên Qanûna Qeyser ferz kir.

Deriyê Til Koçerê duyemîn mezintirîn deriyên sînor di navbera Sûriyê û Iraqê de ye. Derî li bakur û rojhilatê Sûriyê dikeve di herêmên Rêveberiya Xweser de ye, 135 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Derî di dawiya Cotmeha 2013'an ji aliyê şervanên YPG/ YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê hate rizgarkirin.

Ji ber zextên Rûsya û Çînê yên li ser Neteweyên Yekbûyî ku gefa bikaranîna mafê VITO'yê xwarin, NY'yê di civîna xwe ya 10'ê Çileya îsalê de biryara girtina deriyê Til Koçer û deriyê Remsa yê li ser sînorê Sûriyê û Urdinê da, tenê deriyên li ser sînorê bi dagirkeriya Tirk re vekirî man.

Şîrovekar û rojnamevanê pispor di kar û barên kurdî li Sûriyê de  Vladimîr Van Welenburg bersiva pirsa helwesta Rûsya û Çînê ya der barê girtina deriyê Til Koçerê de da û got: "Rûsya û Çîn dixwazin ku bakurê rojhilatê Sûriyê di alîkariyê de xwe bispêrin hikumeta Sûriyê û bihêlin ku tawîzan bidin Esed."

Ne tenê girtina deriyê Til Koçerê, di heman demê de cezayên Qanûna Qeyser ku DYA'yê li ser Sûriyê ferz kiriye bandoreke neyinî li rewşa mirovî, alîkarî û tenduristî ya herêmê kiriye.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ANHA'yê re got: "Ji bo rewşa deriyê Til Koçerê tiştekî nû nîn e, hîna jî li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî û rêxistinan girtî ye. Bi domdarî em banga vekirina derî dikin da ku bikeve xizmetê."

Bêrîvan her wiha got: "Di hevdîtina me ya dawîn de ya bi DYA û Koalîsyona Navnetewî re me daxwza xwe ya vekirina derî dubare kir da ku bar li ser Rêveberiya Xweser û encamên qanûna li ser welat hatiye ferzkirin, sivik bibe. Lê heta niha tu sozên cidî nedane."

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî anî ziman ku ji ber girtina derî dê herêm gelek zehmetiyan bikişîne, girtina derî dê di hemû aliyên jiyanî de bandorê li tevahî şêniyên herêmê bike. Nemaze ku qanûna cezayan a Qeyser li ser Sûriyê hatiye ferzkirin.

Pîrî got hemû mijar di destê DYA'yê de ye, heger bixwaze veke dê veke, vekirina deriyê sînor ne hewcedarê biryarên navneteweyî ye û wiha domand: "Der barê vekirina derî de DYA dikare bi hikumeta Iraqê re li hev bike. Lê heta niha tiştek pêşkêş nekiriye da ku herêmê ji encamên Qanûna Qeyser dûr bixe. Jixwe DYA'yê destnîşan kiribû ku dê herêm bi cezayên qanûnê bi bandor nebe."

Li gel Qanûna Qeyser girtina derî dê bandoreke neyînî li herêmê bike, ji ber ku rê li ber derbasbûna alîkariyan ji bo derdora 5 milyon kesî  û zêdeyî milyonek koçber û penaberên li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bûne, digire.

Têkildarî bandora girtina deriyê sînor ê Til Koçerê li ser rewşa mirovî li gel pêkanîna cezayên Qanûna Qeyser serokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku girtina derî bandoreke neyinî li mekanîzmsya xebatên rêxistinan û hêsanbûna derbasbûna alîkariyên bi taybete ji bo kampan bike.

Ehmed her wiha got: "Girtina derî hişt ku karê rêxistinên alîkariyê û yên mirovî yên ku li herêmê  û kampan dixebitin kêm bibe."

Şêxmûs Ehmed got divê fişar li aliyên têkildarî were kirin da ku rê li ber aloziya mirovî were  girtin.

Cezayên Qanûna Qeyser û girtina deriyê Til Koçerê bi awayekî bi lez banoreke neyinî li rewşa tenduristiyê ya Sûriyê kir ku li tevahî parêzgehên Sûriyê di nav de herêmên Rêveberiya Xweser pirsgirêka kêmbûna dermanan û bilindbûna nirxê wê derketiye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa bi bîr xist ku di demên dawî de li herêmê pirsgirêka kêmbûna derman û bilindbûna nirxê wê derketiye, Rêveberiya Xweser di peydakirinê de zehmetiyan dikişîne, sedemên wê qanûna cezayan a Qeyserê ye û girtina deriyê sînor ê Til Koçerê ye.

Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku heger derî li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî û tenduristî de girtî bimîne dê aloziyeke çêbibe, bi taybet piştî ku kargehên derman ên li Sûriyê bi qanûna Qeyserê bi bandor bûne û derman nema derbasî herêmê dibin. Ciwan Mustefa anî ziman ku rêya tekane ya derbaskirina vê krîzê ew e ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê alîkariyê tenduristiyê derbasî herêmê bike û deriyê veke.

Belçîka û Almanya hewl didin bi rêya Konseya Ewlehiyê  deriyê sînor ê Til Koçerê vekin da ku alîkariyên mirovî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.

Çavê bi milyonan Sûrî li Konseya Ewlekariyê ye da ku li hemberî rewşa mirovî ya dijwar ku Sûriyê tê re derbas dibe helwestekê nîşan bibe.

Kadar Pîrî diyar kir ku heger rewş wisa dewam bike dê derî girtî bimîne heta hilbjiartinên DYA'yê bi dawî bibe. Her wiha destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser bi hemû rêbazn zextê li DYA'yê bike da ku alternatîfekê ji girtina derî re peyda bike û xebatên bazirgahiyê bi Iraqê re hêsan bike û got: "Heger DYA cidî be bila bi Iraqê re li hev bike da ku derî veke."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7JqZqs7On60" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>