‘Divê li hember dagirkeriyê yekitiya xwe xurt bikin’

Şêniyên bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Başûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ku dewleta Tirk hewl dide ku hê jî xaka Sûriyê dagir bike, her wiha li hember vê pêwîstî bi xurtkirina yekitiyê heye.

‘Divê li hember dagirkeriyê yekitiya xwe xurt bikin’
27 hezîran, 2020   08:36
QAMIŞLO

Ji 9’ê Çotmeha 2019’an heya niha ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojhilatê Sûriyê bi bikaranîna hemû çekên qedexekirî, kuştin, sûc, koçberkirin,  şewitandina zeviyan û hedefgirtina cotkaran,  didomîne. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn –Sûriyê herî dawî dewleta Tirk a dagirker û çetayên wê welatiyê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen (24) ji şêniyê Efrînê ye, li pêş dadgeha Efrîn a girêdayî dewleta Tirk di 16’ê Çileya borî de revand, piştre heta jiyana xwe ji dest da îşkence lê kir.

Şêniyên Qamişlo da zanîn ku armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelê Başûr û Rojhilê Sûriyê ew e ku ewlehiyê têk bibe û bêhtir xaka Sûriyê dagir bike.

Şêniya bi navê Henîfe Mihemed ji Qamişlo bêdengiya rêxistinên mirovî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Başûr û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kir û got:" Çi gunehê zarok û îxtiyaran heye? Ma rêxstinên mrovan yên ku mirovan diparêzin çi dikin  heya niha bê deng in?"  

Henîfe Mihemed berdewam kir û got :"Em li ser xaka xwe dijîn û dewleta Tirk me hedef digire, ma Erdogan ji me çi dixwaze?, her wiha êrişên dewleta Tirk ên bênavber bi hedefa serweriya li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê Erdogan nikare vîna me bişikîne û di berxwedanê de bi israr in."  

Henîfe bal kişand ser ku pêkhateyên li herêmê bi hev re li eniyên şer in û li hember xewnên Erdogan û alîgirên wî mertal in û wiha domand: "Tevahî gelên herêmê di oxira parastina axê de tê dikoşin û li ber xwe didin."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Hesen Hesen bal kişand li ser ku Tirkiyê bi êrişên xwe yên damdar hewl dide krîzên xwe derxîne Sûriye yan jî li Lîbyayê û got : "Erdogan ji ji bapîrên xwe aqil negirt, bila bizane ku tu carî nikare vîna têkoşerên azadiyê têk bibe."

Hesen bang ku bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê dive gelên herêmê yekitiya xwe li hember êrişên Tirkiyê û têkbirina wê xurt bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mEx6VXamBXU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>