​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 27 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa jiyanî li Sûriyê, her wiha nakokiyên li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 27 Hezîran
27 hezîran, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: HIŞYARIYEKE NAVNETEWEYÎ DER BARÊ BELAVBÛNA BIRÇÎBÛN Û NEXWEŞIYÊ LI SÛRIYÊ DE

Di vê derbarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Duh ajansên alîkariyê yên NY`yê hişyarî da ku Sûriyê rastî aloziyeke xwarinê tê. 9,3 milyon kes xwarina wan tune ye. Koronavîrus jî belav dibe."

Di berdewama wê de rojnameya wiha nivîsand: "Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP)got di nava çend mehan de hejmara kesên ku madeyên sereke li gel wan tine gihaşt 1,4 milyon kes. Berdevka bernameyê Elizabeth Byers got di nava salekê de buheyê madeyên xwarin ji sedî zêdetirî 200 bilind bûye û ev jî ji ber hilweşandina aboriya Lubnanê ya cînarê wan û tedbîrên pêşîgirtina li Koronavîrus li Sûriyê."

Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Sûriyê (WHO) Okjmal Majtimova ji rojnameyeke din re got piştî 9 salan ji şer zêdetirî ji sedî 90 ji niştecihên Sûriyê di nava xizaniyê de dijîn û pêwîstiyên mirovî zêde dibin.

Her wiha destnîşan kir ku kêmî nîvê nexweşaneyên giştî li Sûriyê dixebitin, praniya xebatkarên aliyê tenduristiyê ji destpêka şer de reviyan. Yên mayî jî rastî gefên revandin û kuştinê tên. Gerînendeyê operasyonên awarte di Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de Richard Brennan diyar kir ku hejmara fermî ya nexweşên Koronavîrus ji ya rast pir kêmtire.

Richard Brennan destnîşan kir ku ev yek ne tenê li Sûriye lê gelê Covid 19 bi awayekî zeîf li gelek dewletan belav bû û paşê xurt bû û ev yek jî li Sûriyê tê texmînkirin.”

EL-EREB: GIRTINA BI SER NAVENDA MILÎSÊN HIZBULLAHÊDE; GELO KAZIMÎ BI HEVALBENDÊN ÎRANÊ RE RÛ BI RÛ MA?

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Li paytexta Iraqê di navbera saziyên leşkerî û milîsan de şerekî dijwar derket û di encamê de14 endamên Hizbullahê hatin girtin. Hizbullaha Iraqê ji kambaxtirîn komên şîe yên çekdar ên ku Artêşa Pasdaran a Îranê li Iraqê ava kiriye.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê ji rojnameya El-Ereb re ragihand ku milîsên Hizbullahê sibeha înê derdora 80 erebeyên çek û leşker bar kiribûn, derbas kirin da ku navenda têkoşîna li dijî terorê dorpêç bike û neçar bike ku endamên xwe yên li cem girtî ne, serbest berde. Çavkaniyan diyar kir ku operasyon rasterast bi serkêşiya "Ebû Fidik" ê ku erka çavdêriya milîsên Îranê girtiye ser xwe û li xelîfê Ebû Mihdî El-Muhendis e yê ku di encama operasyona Amerîkayê ya destpêkê salê bi Qasim Suleymanî re hate kuştin.

Erebeyên ku çekên giran û navîn bar kiribûn, li kolên derdora herêma"Kesk" geriyan endamên di erebeyan de banga rakirina Kazimî kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku girtiyekî pisporê endizyariya moşekan diyar kiriye ku berpirsê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî ji bo serbestberdana vî girtîyî derbasî cem serokwezîr Mistefa Kazimî bûye.

Ji beriya çend salan ve ev yekemîn serdegirtine bi cesare û wêrekî ye ku hêzên ewlekariya Iraqê li dijî komeke çekdar ku Tehranê destekê dide wan

Hêzên ewlekariya Iraqê ji beriya çend salan ve serdegirtineke wiha wêrek nekirine, ew jî li dijî komeke çekdar ên ku Tehranê piştgiriya wan dike û Hizbullahê dike armanc e.Tê zanîn ku rayedarên Amerîkayê Hizbullahê tawanbar dike ku moşekan diavêje baregehên hêzên Amerîkayê û avahiyên din ên li Iraqê.

Çavdêr texmîn dikin ku çend rojên pêş ew ê ev şer gurtir bibe nexasim ku milîsên Hizbullahê siba înê li Bexdadê derbeyên xurt pêk anî.”

ŞERQ EL-EWSAT: SIRTE BENDEWARA ÇARESERIYÊ YE Û TIRKIYE PÊŞBERÎ "XETA SOR" A MISIRÊ YE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Rayedarên Amerîkayê di daxuyaniyên ji Şerq El-Ewsat re diyar kir ku divê li Lîbyayê agirbest bikeve meriyetê û diyalogên têkildarî çareseriya siyasî careke din derkevin holê.

Ev helwest di demeke wiha de derket ku hikumeta Wîfaqê ya Terablusê û destekvanên wan Tirkiyê êrişên têne texmînkirin ên li dijî bajarên Sirte û Cefrayê red dikin.Ev jî beriya hêzên artêşa Niştimanî ji bajarên Sert û Cefra vekişin pêk hat, tevî ku serokê Misrê Abdullfetah Sîsî li derdora xwe xeta sor xêz kir û ragihand ku heke Sirt û Cefra rastî êrişan were ew ê gefên destwerdana leşkerî bixwe. 

Di vê der barê de heke Tirkiye û hevalbendên wê agirbesta Amerîkayê pê bang kiriye bi cih neynin, ew ê wekî şopdarên "rêya sor" a misirî û derbkirina Enqereyê were dîtin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat hin pirs ji rayedarên Amerîkayê yên siyasî û leşkerî kir û wan jî helwesta xwe der barê rûdanên li Lîbyayê diqewimin anîn ziman û diyar kirin ku divê Tirkiyê ne tenê bi nav kiryarên Tirkiyê li Lîbyayê pêk tîne were nîqaşkirin û tenê di çarçoveya axaftinên ji aliyên derve yên ku destwerdana vî welatî dikin bimîne.

bx-eh