Dayik  û hevjînên şehîdan komkujiya li Helîncê şermezar kirin

Hevjîn û dayikên şehîdan ên herêma Efrîna komkujiya li gundê Helîncê yê Kobanê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî sûcên dagirkeriyê erkên xwe bi cih bînin.

Dayik  û hevjînên şehîdan komkujiya li Helîncê şermezar kirin
Dayik  û hevjînên şehîdan komkujiya li Helîncê şermezar kirin
Dayik  û hevjînên şehîdan komkujiya li Helîncê şermezar kirin
Dayik  û hevjînên şehîdan komkujiya li Helîncê şermezar kirin
Dayik  û hevjînên şehîdan komkujiya li Helîncê şermezar kirin
26 hezîran, 2020   17:36
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê bi beşdarbûna dayik û hevjînin şehîdan ji bo şermezarkirina komkujiya li gundê Helîncê yê Kobanê  ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû, çalakiyeke li dar xist.

Çalakî li goristana Şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pêk kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Reşîd daxuyanî xwend û got: "Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên qirêj li Sûriyê didomîne  bi taybet li herêmên bakur û rojhilatê wê li dijî gelê Kurd û jina Kurd zêde dike."

 

Hêvîn komkujiya li gundê Helîncê yê Kobanê ya li dijî jinên şoreşger şermezar kir û anî ziman "Dewleta Tirk careke din jinê dike hedef. Ev dide nîşandan ku jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê bûne xwedî îrade, nasname û biryar."

Hêvîn Reşîd diyar kir ku Rûsya  û DYA'yê ji sûcên ku Tirkiyê pêk tîne berpirsyar in û bang li rêxistniên jinan ên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin jinên Kurd ên bakur û rojhilatê Sûriyê û dengê wê bighînin qada navdewletî.

Bi nave hevjînên şehîdan ên kantona Şehbayê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Hisên soza şopandina rêya şehîdan da.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dCqiZnICv9E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>