Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer

Li herêma bêçek a Idlibê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Sûriyê de ku dixwaze herêmên dagirkirî bixe bin serweriya xwe, şer dewam dike.

Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer
26 hezîran, 2020   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) şeva pêncşemê hêzên hikumeta Sûriyê herêmên El-Rûweyha, Bênîn, Sevohin, Filêfil û El-Helûba yên li başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Li eniya El-Menara ya girêdayî Sehil El-Xab ya li gundewarê bakurê rojavayê bajarê Hemayê, di navbera çeteyên dewleta Tirk û hezên hikumeta Sûriyê de topbaran çêbû.

SOHR’ê ragihand ku êvara pêncşemê li derdora gundên El-Ruweyha, Bênîn, Dêr Sinbul û El-Barah ên li herêma Çiyayê El-Zawiye topbaranek tund ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve pêk hat. Di heman demê de hêzên hikumetê hewl dide di roja sêyemîn de bikeve gundê Bênî.