Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin

Di Roja Tunekirina Hişbirê ya Cîhanê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê îro miqdarek ji madeya hişbirê û hebên wê şewitandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê giyayên hişbir û hebên wê şewitandin
26 hezîran, 2020   11:08
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dirêjahiya çend mehan de miqdareke zêde ji madeyên hişbirê li herêmên cuda yên herêma Firatê desteser kir.

Îro jî li nêzî Hola Seyran a başûrê Kobanê bi amadebûna rêveber û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rasthatina Roja Tunekirina Hişbirê ya Cîhanê madeyên hişbirê hatin şewitandin.

Madeyên ku hatine şewitandin; 61 kg giyayê ziwan, 7 hezar û 150 hebên Captagon, 30 derziyên Tramadol, 40 hebên Sudfice, 70 hebên hişbirê ji cureyên cihêreng, 100 g hişbira toz û 150 g eroîna toz.

 'HIŞBIR JI DERVEYÎ SÎNOR TÊ'

Gerînendeyê Buroya Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê Salih Mihyedîn piştrast kir ku beşa mezin ji madeyên hişbirê ji Tirkiyê ber bi hundirê Sûriyê ve tê şandin.

Salih Mihyedîn wiha domand: "Ev karekî istîxbaratî ye, dijwar e ku ew qas nirxê ji hişbir û hebên wê di sînor re heke ne bi destê istîxbarata Tirkiyê be, bê derbaskirin. Ew ji bo bazirganî û qezencê ye. Lê belê mijar xeternaktir e, ji ber ku dewleta Tirk hewl dide civakê, bi taybet çîna ciwanan li vir vegerîne kaniya dan û standina bi van madeyan û rûyekî çewisandina exlaqî di civakê de biafirîne."

Endamê Meclisa Tenduristiyê ya kantona Kobanê Elaedîn Kino Ito jî got ku desteyê gelek semîner der barê xetereyên hişbirê de li gelek gund û bajarokan li dar xistin.

Li aliyekî din jî Tevgera Ciwanên Şoreşger di dirêjahiya sala 2018’an de rêzecivînên girseyî bi ciwanên li herêmên cuda yên herêmê re ji bo danasîna xetereyên hişbirê li dar xistin.

DESTEYA HUNDIRÎN BANG LI ŞÊNIYAN KIR KU BALDAR BIN

Li aliyekî din jî cîgirê hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Xelîl Îsmaîl bang li şêniyên kir ku li ser belavbûna madeyên hişbirê hişyar û baldar bin û yekser dema tu agahî bi dest wan dikevin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin, her wiha destnîşan kir ku dijmin hişbirê ji bo jevkirina civakê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

(fr)

ANHA