Berhem Salih: Divê binpêkirinên dewleta Tirk werin rawestandin

 Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku divê binpêkirinên dewleta Tirk werin rawestandin.

Berhem Salih: Divê binpêkirinên dewleta Tirk werin rawestandin
26 hezîran, 2020   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser bombebarana dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê, daxuyaniyek belav kir. Serokkomarê Iraqê banga rawestandina binpêkirina dewleta Tirk kir.

Di daxuyaniya Berhem Salih de wiha hate gotin:“Ev karê ku dewleta Tirk di van deman de pêktîne, binpêkirinek giştî ya danûstandinên cîran û peymanên navnetewiye. Divê binpêkirinên ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve li ser serweriya xaka Iraqê pêktên û sînor derbazkirina balafirên şer ku bûye sedemê mirina gelek welatiyan, werin rawestandin.”

Di dewama daxuyaniya serokkomarê Iraqê Berhem Salih de, bombebarana dewleta Tirk weke binpêkirinek diyar û berçav ya dijî pîvanên cîrantiya baş hate dîtin.