Endamên Kongreya Star: Dewleta Tirk hebûna jinên têkoşer xetere dibîne

Endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê diyar kir ku ji destpêka avakirina Tevgera Jinan a Azad ve dewleta Tirk jinan dike armanc, ji ber hebûna jinên têkoşer li ser desthilata xwe xetere dibîne.

Endamên Kongreya Star: Dewleta Tirk hebûna jinên têkoşer xetere dibîne
26 hezîran, 2020   10:08
KOBANÊ-HÊZA HESEN-NÎHAD KERAO

Têkildarî komkujiya dawîn a dewelta Tirk ku li gundê Helincê yê Kobanê 3 jin şehîd kirin, endamên Koordînasyona Kongreya Star ji ANHA`yê re axivîn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Firatê Felek Yûsiv got şehîd Zehra Berkel hezkirina xwe xist dilê mezin û biçûkan, tu rojekê terka erka xwe û pêşxisitna jinan nekir. Şehîd Zehra alîkariya hemû jinên destek dixwestin, dikir û di karê xwe de dilsoz bû.

Felek Yûsiv parve kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk vîna jinên azad û fermandar dike armanc û hewldana derbekirina jinan dike.

'JI DESTPÊKA AVAKIRINA TEVGERA JINAN VE DEWLETA TIRK JINAN DIKE ARMANC'

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim di şexsê şehîd Zehra Berkel, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Dewleta Tirk tevahiya jinên di rêya azadiyê de tê dikoşin, ji bo destpotîzma xwe xetere dibîne û ev ne planeke nû ye, lê belê ji destpêka avakirina Tevgera Jinan a Azad ve heye."

Rewşen Haçim got şehîdên navborî qelem radikirin, ne çek, bi vê yekê doza jin û dîroka Kurdan bi cîhanê didan nasandin. Her sê şehîdên dewleta Tirk kiriye armanc û dewletên qaşo parastina mafên mirovan dikin, li hemberî vê yekê bê deng in.

Rewşen Haçim di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di rêya azadiya jinan de ew ê hemû tê bikoşin, tev li çalakiyan bibin û di berxwedana xwe de ew ê tu carî dudil nebin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RGW90HBwqug" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>