Îsal li Dêrazorê miqdareke zêde ji hişbirê hate girtin

Di Roja Cîhanê ya Tunekirina Hişbirê de endamê rêveber ê Buroya Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî ya Dêrazorê got îsal miqdareke zêde hişbir girt.

Îsal li Dêrazorê miqdareke zêde ji hişbirê hate girtin
Îsal li Dêrazorê miqdareke zêde ji hişbirê hate girtin
Îsal li Dêrazorê miqdareke zêde ji hişbirê hate girtin
Îsal li Dêrazorê miqdareke zêde ji hişbirê hate girtin
Îsal li Dêrazorê miqdareke zêde ji hişbirê hate girtin
26 hezîran, 2020   09:18
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

26’ê Hezîranê Roja Cîhanê ya Tunekirina Hişbirê ye. Bi vê boneyê endamê rêveber ê Tunekirina Sûcên Birêxistinêkirî ya Dêrazorê Yehya Umran wiha got: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tunekirina Sûcên Birêxistinkirî ya Dêrazorê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê vê nexweşiya xeternak ku civakê derbe dike, dikin."

Yehya Umran eşkere kir ku di dirêjahiya salekê de, gelek serdegirtinên li dijî torên bazirganiya hişbira kirin, her wiha hejmareke mezin ji madeya hişbirê ji cureyên hebên Kebtîkol (nêzî 11 hezar heb) û cureyên dîtir girtine û şewitandin.

Tevî kedên zêde ku dewlet, rêxistinên pêwendîdar û civaka sivîl didin, hê jî pirsgirêka hişbirê xetereya mezin li ser tenduristiya giştî û mirovahiyê û nesaxim ciwanan e.

(fr)

ANHA