Artêşa Tirk li Efrînê şêniyan ji gundên wan derdixe û li kampan bi cih dike

Bi armanca ku navendên leşkerî li gund ava bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi darê zorê şêniyên gundê Yaxûr ji malên wan derxistin û ew di kampan de bi cih kirin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker hejmarek ji çeteyên xwe anîn gund.

Artêşa Tirk li Efrînê şêniyan ji gundên wan derdixe û li kampan bi cih dike
26 hezîran, 2020   09:05
EFRÎN

Ji bo dewamkirina projeya parçekirina axa Sûriyê û tevlêkirina wê ji dewleta Tirk re, dewlet Tirk siyasetên xwe yên guhartina demografiyê li herêma Efrînê ya dagirkirî, derxistina şêniyên wê yên resen û bicihkirina çeteyan li gundê wan, dewam dike.

Çavkaniyeke  ji gundê Kaxira (Yaxur) ê herêma Mabata ya kantona Efrînê ji ANHA`yê re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Ketaib Suleyman Şah û El-Emşat, şêniyên gund bi darê zorê ji malên wan derxistin û ew di kampên li aliyê bakur ê gund de bi

'KESÊN KU JI MALÊN XWE DERNEKEVIN, TÊN KUŞTIN'

Çavkanî wiha da zanîn: "Bi dehan mal kirin navendên leşkerî û kesên ku dernekevin, tên kuştin."

Li gorî çavkanî, dewleta Tirk a dagirker 5 komên ji çeteyên girêdayî Ketîba Suleyman Şah û El-Emşat di gund de bi cih kirin.

Di meha Çileya 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir û sivîl yekser kirin hedefa xwe. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn.

Tê zanîn ku beriya dagirkirinê, serjimara şêniyên kantonê 550 hezar bû ,lê piştî piştî dagirkirina Efrînê zêdetirî 300 hezar kes ji şêniyên Efrînê neçar man ku koçber bibin. Niha li Efrînê ji sedî 20 tenê ji şêniyê resen ên Efrînê mane, ji sedî 80 jî malbatên çeteyên ji gundewarên Hema, Idlib, Hums û Xutayê ne.

ANHA