Êlên Kurd: Yekitiya nîştimanî bersiva herî rast li hember hovîtiya Tirkiyê ye

Rûspiyên êlên Kurd ên herêma Firatê gavên partiyên siyasî yên di çarçoveya çareserkirina doza Kurd de, bi girîng wesifandin.

Êlên Kurd: Yekitiya nîştimanî bersiva herî rast li hember hovîtiya Tirkiyê ye
26 hezîran, 2020   07:47
KOBANÊ

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi rêya daxuyaniyeke hevpar ragihand ku qonaxa yekemîn a dan û standinên yekitiyê bi ser ket û partî gihaştin nêrîneke siyasî ya hevpar û lihevkirinên pêşîn. Her wiha Peymana Dihokê ya 2014`an girêdayî rêbaza hevpariya birêveberirina herêmê û parastina wê wek bingeha berdewamiya diyalogên ku di navbera her du aliyan de pêk tên, hesibandin. Bi armanca ku bigihêje lihevkirineke giştî di pêşeroja nêz de.

Girêdayî mijarê rûspiyê êla Kîtkan a herêma Firatê Izedîn Oskelî got gavên partiyên Kurd ku di rêya çareserkirina doza Kurd de avêtine, gavên pîroz û girîng in û beşeke mezin ji hêviyên gelê Kurd rave dikin.

Oskelî wiha domand: "Lihevkirinên dewletên herêmî li herêmê her tim li ser hesabê gelê Kurd bû. Me dît ku çawa Tirkiyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin. Dewletên din pê re hevkar bûn. Lewra heger kolana Kurd parçe be mirov nikare li ber wan sûcan û êrişan liber xwe bide."

Serkeftina qonaxa yekemîn a danûstandinan di navbera PYNK û ENKS`ê de piştî rêzecivînan li ser astên Kurdistanî û herêmî deng veda.

Rûspiyê êla Şîxan Mihemed Xelîl got: “Ji gelek serdeman ve em li benda vê kêliyê bûn. Em bang li civaka Kurdistanê beriya partiyên siyasî dikin ku ji bo yekitiyê bixebite.”

Xelîl destnîşan kir ku li gel ragihandina lihevkirina Kurd dibe ku êrişên Tirkiyê zêde bibin. Lewra nêzîkbûna di navbera civaka Kurdistanê û partiyên siyasî de dê bibe bersîva herî guncaw li hember hovîtiya Tirkiyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/soG0DVgst7s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>