Dewletên Ewropayê ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê bang kir

Bi armanca vejandina dan û standinên siyasî li Lîbyayê; Fransa, Almanya û Îtalyayê bang li aliyên Lîbyayî kir ku şer rawestînin. Di heman demê de bang li aliyên derve jî kirin ku destwerdana xwe rawestînin.

Dewletên Ewropayê ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê bang kir
26 hezîran, 2020   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sê dewletan bi daxuyaniyekê da zanîn: "Bi zêdebûna rewşa xeternak li Lîbyayê; Fransa, Almanya û Îtalya bang li hemû aliyên Lîbyayî dikin ku yekser bê şert şer rawestînin.”

Her wiha her sê dewletan bang kir ku divê aliyên derve hemû awayên destwerdana xwe li Lîbyayê bisekinînin û rêzdariyê ji biryara qedexekirina rêkirina çekan ku ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ve hate derxistin, bigirin.

Di hefteyên dawîn de ji ber şerê li Lîbyayê têkiliyên di navbera Fransa û dewleta Tirk de xerab bûne.