Ji devê efrîniyekî rastiya jiyana li herêmên dagirkirî

Efrîniyek detayên jiyana di bajarê dagirkirî de yê ku bûye çavkaniya belavbûna terorê û çetebûnê vedibêje. Dîmen pir in, qetilkirina zarokan an jî leşkerkirina wan. Talankirina eşkere û revandin. Afirandina rêbazên cuda di îşkencekirinê de. Ev hemû di bin ala Tirkiyê de li Efrînê rû didin.

Ji devê efrîniyekî rastiya jiyana li herêmên dagirkirî
26 hezîran, 2020   07:27
HELEB - MIHEMED EBDO

Wek beşek ji plana guhertina demografiya herêmê sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên resen li bajarê Efrînê roj bi roj didomin. Asta zehmetiyan û çîrokên biêş zêde dibin. Di nav de çîroka şêniyê bi navê S.B. ê ku ji ber tirsa li ser jiyana xizmên xwe yên ku li Efrînê mane, nexwest navê xwe eşkere bike.

S.B.. rastî hovanetirîn cureyên îşkenceyê hat. Her meh ji hêla komeke çeteyên artêşa Tirk a dagiker ve dihat revandin û tawan jî dan û standina bi Rêveberiya Xweser re ye.

Di vî warî S.B. dibêje: "Em li ser axa xwe li Efrînê man da ku milkên xwe biparêzin. Lê em rastî îşkenceya derûnî û bedenî hatin. Bi tawana dan û standina bi Rêveberiya Xweser re 6 caran hatim girtin. Her Kurdek li Efrînê maye bi vê tawanê tê girtin."

S.B. wiha domand: "Rêzefîlma girtinê ji hêla koma çeteyên El-Hemzat ve dest pê kir. Piştre ji hêla komên din ve hatim girtin. Di dawiyê de gihaştim şaxê siyasî yê girêdayî polîsên sivîl ên çeteyan. Di navbera her 6 girtinan de mehek hebû. Derdora 6 mehan di girtîgehên wan de mam, ez rastî îşkenceyeke hovane hatim."

Li gorî S.B. çeteyan ew bi zincîran ve girê dan û bi “bilinko” radikirin jor, bi kehrebeyê îşkence dikirin, neynûkên wî jê dikirin û tazî dikirin, piştre li ser mîz dikirin. S.B. destnîşan kir ku dema ji hêla polîsên sivîl ên çeteyan ve tê girtin, zêdetirî hezar lîreyên Tirkiyê dide ji bo ku wî berdin. Ger pere nede dê di girtîgehê de rêbazên îşkenceyê zêde bibin.

S.B. destnîşan kir ku ger qebûl bikira wek ajan ji bo wan kar bike dê tevahiya tawanan rakirina û got: "Ger te rêgezên xwe firotin û tu bibî ajan, destê xwe bi te nakin. Ne fîdye û ne jî bac ji te naxwazin. Ev xelata her kesê ku dibe ajanê wan."

REWŞA JIYANÎ HER KU DIÇE XIRABTIR DIBE

Girêdayî rewşa jiyanê li Efrînê, S.B. anî ziman ku rêjeyeke mezin ji şêniyan di bin xeta xizantiyê de ne. Ji ber ku çeteyan her tiştê wan talan kir.

Buhaya tûrikê nan gihaşt hezar lîreyên Sûriyê. Tevî ku Efrîn bajareke çandiniyê ye, lê buhayê sebzeyan xeyalî ne. Buhayê kîloya bacana sor digihêje hezar lîreyên Sûriyê.

Di nav gotinên xwe de S.B. behsa bûyerekê kir ku li Efrînê rastî wî hatiye û got: "Em li ber dikana Felefêl Mişwar dimeşîn, kalek digirî û di çopê de digerî û bermahiyên xwarinê jê derdixistin û dixwar. Min qet dîmeneke wisa beriya dagirkirina Efrînê nedît. Lê piştî dagirkirinê êdî em rojane bûyerên mîna vê dibînin."

S.B. di berdewama vegotina çîroka xwe de behsa du malbatên ku biryar didin biçin Tirkiyê da ku piştre biçin Ewropayê kir. Lê li ser sînor di 14.06.2020`an de ji hêla leşkerên Tirk ve têne guleberandin.

S.B. bi bîr xist ku di guleberandinê de keçek 4 salî, pitikek di zikê dayîka xwe de hate kuştin û 4 din jî bi giranî birîndar bûn. Yek ji wan di serî de birîndar bû û yên din di sing û zik de. Ji wan kesên bi navên Cemîl Xulqallah û Şiyar Xulqallah ku pismamên hev in, hatin naskirin.

Di dawiyê de S.B. got diyardeya rakirina zarokan çek bi awayekî zêde li Efrînê belav bûye. Artêşa Tirk a dagirker li beramberî pereyan zarokan dike leşker û dişîne Lîbyayê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4xKn-XZxQjg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>