Şêniyên Qamişloyê: Bertekên şermezarkirinê têrê nakin

Şêniyên bajarê Qamişloyê diyar kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji gelê Kurd û gelên Kurdistanê re palpişt e. Şêniyên Qamişloyê bal kişand ser girîngiya zelalkirina helwesta herêma Kurdistanê ji sûcên Tirkiyê re.

Şêniyên Qamişloyê: Bertekên şermezarkirinê têrê nakin
26 hezîran, 2020   07:09
QAMIŞLO - SÎMA BIROKA-SOLÎN REŞÎD

Pitşî artêşa Tirk a dagirker 15 Hezîranê herêma Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û kampa Mexmûrê bombebaran kir, ji 16’ê Hezîranê ve êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê zêde bû.

Şêniyên bajarê Qamişloyê parve kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Di vê derbarê de welatiya bi navê Salîha Keleş ku ji bajarê Qamişloyê anî ziman ku divê gelê Kurd tavilê li dijî sûcên dewleta Tirk bisekinin.

Salîha Keleş da zanîn ku artêşa Tirk ne tenê li Başûrê Kurdistanê bi topên giran û balafiran dike armanc lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê dike armanc. Salîha di dawiya axaftina xwe de got divê li dijî êrişên dewleta Tirk hemû jin piştgiriya şervanên azadiyê bikin û azadiya gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Welatiyê bi navê Mihyedîn Hesen îşaret bi bêdengiya hin aliyên ji êrişên li dijî Kurdistanê kir û wiha domand: "Şermezarkirin têrê nake, nexasim ji aliyê hikumeta başûrê Kurdistanê ve, divê herêma Kurdistanê li hemberî êrişên herêmê dikin armanc, helwesta xwe zelal bike."

Mihyedîn Hesen got gefên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê di heman demê de gefên li dijî gelê Kurd pêk ve ye, ji ber Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji gelê Kurd û gelên Kurdistanê re palpişt e.

Mihyedîn bang li gelê Kurd kir ku rastiya hovîtiya dewleta Tirk ji cîhanê re eşkere bike û divê civaka Kurd li pêşiya balyozxaneyan protosto bikin û dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê. Mihyedîn Hesen di dawiya axaftina xwe de zelal kir ku dewleta Tirk hewl dide ne tenê partiyekê tune bike lê belê ji wê zêdetir hewl dide gelê Kurd qir bike.

'DIVÊ TEVAHIYA GEL LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ SERÎ HILDE'

Welatiyê bi navê Îsam Îbrahîm jî axivî û da zanîn ku hişmendiya dewelta Tirk li hemberî gelê Kurd dide meşandin, hişmendiyeke şovenîst e û ev ne tiştekî nû ye lê ji mêj ve ye. Lewma divê gelê Kurd li hemû qadan be, xwe bi rêxistin bike û li dijî qirkirina gelê Kurd pê re rû bi rû dimînin, çalakiyan li dar bixin.

(eh)

​​​​​​ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZaPZwlEngms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>