‘Divê jin li hember sûcên dagirkeran dakevin qadan û şermezar bikin’

Jinên navçeya Dirbêsiyê bang li jinan kir ku dakevin qadan û bang li raya giştî bikin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker rawestînin. Rewşenbîrên jin ên Minbicê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember siyasetên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî derkevin.

‘Divê jin li hember sûcên dagirkeran dakevin qadan û şermezar bikin’
26 hezîran, 2020   06:17
NAVEND NÛÇEYAN

HESEKÊ

Balafirên artêşa Tirk a dagirker roja sêşemê 23`yê Hezîranê malek li gundê Helincê yê girêdayî kantona Kobanê kir hedef. Di encamê de du endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd ketin.

Li herêmên dagirkirî artêşa Tirk a dagirker jinan dike hedef. Di vê dawiyê de hewldanên çewisandinê li dijî mafên jinan derketin holê.

Girêdayî mijarê jin û rewşenbîrên jin ên navçeya Dibêsiyê û bajarê Minbicê nêrînên xwe ji ANHA’yê re parve kirin. Jinan hedefgirtina jinan şemrezar kir.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CyNCSW-xRlU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Jina bi navê Fatme Keleş got dewleta Tirk her tim jinên Kurd dike hedef. Ev di dîrokê de tê zanîn. Îro jî jinên Kobanê yên têkoşer dike armanc.

Fatme wiha domand: "Hedefgirtina Dewleta Tirk endamên Koordînasyona Kongreya Star, asta hişmendiya dewleta Tirk a faşîst diyar dike. topbarankirina Helincê jî destnîşan dike ku dagirkerî tişta ku DAIŞ`î temma nekiriye temam dike."

Jina bi navê Foza Umer rave kir ku ew êrişên Dewleta Tirk û hedefgirtina jinan red dike û mezinkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîdan Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî teqez kir.

Foza bang li aliyên têkildar û rêxistina mafên jinê yên ku banga mirovahiyê dikin kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên wê rawestînin.

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Sîham Xalid bang li jinan kir ku dakevin qadan û ji raya giştî  û tevahiya dewletan bixwazin rê li pêşiya sûcên Erdogan bigirin.

Şêniya bi navê Cîhan Derwîş diyar kir ku jinên Kobanê bi têkoşîn û berxwedana xwe tên naskirin. Lewra ji hêla DAIŞ`ê ve hatin hedefgirtin û dewleta Tirk hema rêgez li dijî wan pêk tîne.

MINBIC

Derbarê heman mijarê de endama Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê Meryem El-Heyanî got artêşa Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike gelê herêm bide koçberkirin û got: "Ev êriş heta radeyek mezin bandor li jinê li herêmên dagirkirî kir. Armanc jî veşartina dengê wê û vejandina fikrê DAIŞ`ê ye."

Meryem got: “Hedefgirtina jinên têkoşer û berxwedêr, hişmendiya rejîma Dewleta Tirk û çeteyên rave dike. Mîna hedefgirtina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef li gel bêdengiya navdewletî.”

Rola Osman endama Yekitiya Rewşenbîran îşaret pê kir ku ya herî zêde di pêvajoyên aloziya Sûriyê de zirar dîtiye jin e. Hîna rastî tevahiya sûcên tundiyê tê. Rola bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku lihember siyasetên li dijî jinan têne kirin, bisekinin.

şx

ANHA