‘Divê rojnameger rolek giring di nêzîkbûna aliyên Kurd de bilîzin’

Rojnameger Bangîn Seydo û Alan Maîş gotin: “Armanca Tirkiyê ya stratejîk qirkirina Kurdan e. Divê rojmaneger rolek bibandor û çalak di pêkanîna nêzîkbûna aliyên Kurd de bilîzin. Partiyan hişyar bikin û helwestên cidî li hember xeteriyên li hember  gelê Kurd nîşan bidin.”

‘Divê rojnameger rolek giring di nêzîkbûna aliyên Kurd de bilîzin’
25 hezîran, 2020   00:35
QAMIŞLO-LÎLAV MIHEMED-MIHEMED AKINCÎ

Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawî de êrişên xwe yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Rojnameger Alan Maîş û Bangîn Seydo rola ku dikeve ser milê ragihandinê ji ANHA’yê re nirxandin.

Alan Maîş pêşkêşvanê nûçeyan ê Ronahî TV got: “Dewleta Tirk armanc dike herêmên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê dagir bike. Armanca êrişên li dijî Şengal, Mexmûr, herêmên Parastina Medya û Rojava qirkirina gelê Kurd e. Em li benda helwestek bilez û cidî ya hikumeta başûrê Kurdistanê bûn. Bi taybet li gel ku gelê başûr êrişên Tirkiyê li dijî herêmên başûr şermezar û red kirin. Lê hikumetê tenê daxuyaniyek da û tê de PKK`ê bi sedema sereke ya êrişên dewleta Tirk li dijî Başûr tewanbar kir. Di rastiyê de em êdî fêm nakin bê ka hikumeta başûr çawa difikire."

Maîş bal kişand ser rola raghandinê ya bibandor û çalak û got: "Ragihandin li tevahiya Kurdistanê rolek çalak dilîze. Bi taybet di diyarkirina rastiya gel de. Divê ragihandin partiyên siyasî hişyar bikin. Divê beriya her tiştî ew xwe Kurd bibînin û nêzîkbûna di navbera partiyên Kurd de pêk bînin. Helwestên cidî nîşanî xeteriyê li ser Kurdan bidin.”

Têkildarî heman mijarê rojnameger Bangîn Seydo hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê ne acêb in û got: Dewleta Tirk ji berê ve êrişî herêmên Kurdan dike. Tirkiye hewl dide fîtneyê di navbera gelê Kurd de biafrîne. Piştî ku partiyên siyasî yên Kurd gihaştin nêrînek siyasî, asta nerazîbûna Tirkiyê ji vê gave re diyar bû. Ji ber wê êrişî başûrê Kurdistanê kir. Ev êriş li ser sivîlan gelek xeter in. Dewleta Tirk li ser dewletên Ereb jî xeter e. Tirkiye hewl dide planên xwe yên dagirkirinê li dewletên cîhanê bi taybet dewletên Ereb ên mîna Lîbya û Sûriyê pêk bîne. Bi van gavan dixwaze împaratoriya Osmanî vegerîne.”

Têkildarî bêdengiya navdewletî û hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ya li hember êrişên Tirkiyê Seydo got: “Ne tenê hikumeta başûrê Kurdistanê bêdeng ma,  heman demê de dewletên cîhanî hemû tu helwestek cidî nîşan nedan. Beriya çend rojan hikumeta Fransa daxuyanî li dijî êrişên Tirkiyê dan. Lê di piratîkê de tu bertekek cidî heta niha negirtiye.”

Seydo di dawiyê de destnîşan kir ku divê rewşenbîr, siyasetmedar û rojnameger ên li başûrê Kurdistanê bikevin ferqê ku ew rastî xeteriyek wek a li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintir tên û got: "Em ji rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên Kurd dixwazin ku helwestên xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Zextê li partiyên siyasî û hikumetan bikin da ku bertekên cidî li hember dagirkeriyê bigirin."

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eeKh4wZ_-uQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>