Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da

Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber rola wê ya çalak di parastina herêmê ji hewldanên terrorist û parastina ewlehiya herêmê de xelat kir.

Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
Desteya Jin pesna rola xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin da
24 hezîran, 2020   19:27
QAMIŞLO

Îro şandeya Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a li bajarê Qamişlo kir. Şande ji seroka desteyê Cîhan Xedro, cîgira wê Rûken Mele Îbrahîm û hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa pêk hat.

Şande ji hêla fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de Rûken Mele Îbrahîm spasiya kedên Asayîşa-Jin kir û got: “Asayîşa Jin di vê dawiyê de xebatên mezin meşandin. Bi taybet di dema qedexeya derve de ya ku ji ber Koronavîrusê hatiye ragihandin. Her wiha zeviyên çandiniyê jî parastin.”

Hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa destnîşan kir ku Asayîşa Jin di qadên berxwedanê de têkoşîna xwe îsbat kir û diyar kir ku asayîşa jin hertim amade ye ji bo ku li hember tevahiya êrişan û şaneyên veşartî bisekine yên ku hewl didin ewlehiya herêmê bihejînin. Her wiha Hêvî pesna desteka manewî ya ku ji tevahiya jinan re tê pêşkêşkirin, da.

Bi navê fermandariya giştî ya Asayîşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Helîma Ebû Bekir spasiya desteyê kir û soz da ku ew ê têkoşîn û berxwedanê li ser şopa şehîdan bidomînin.

Di serdanê de şaneyê xelatek sembolîk pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kir ji ber xebatên ku pêşkêş dike û parastina ewlehiya herêmê ji hewldanên şaneyên veşartî yên terorîst.

(şx)

ANHA