`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’

Nerazîbûnên li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Helincê ya kantona Kobanê ku di encamê de sê jin şehîd bûn, didomin.

`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
`Em ê bi vîna jinê dagirkeriyê bişkînin’
24 hezîran, 2020   19:09
HELEB

Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji bo protestokirina êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Helincê yê Kobanê meşek organize kir. Bi sedan şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.

Xwepêşendar li ber hola civînan a li beşa rojhilatê taxê kom bûn û alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, wêneyên şehîdên komkujiya Helincê, pankartên bi nivîsên ‘Divê Tirkiyê destê xwe ji xwîna zarok û jinên Sûriyê bikişîne’ hildan.

Meşê bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana Kobanê û tolhildanê destpê kir.

Meş li qada El-Cibênat rawestî. Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Kongreya Star Suad Hesen axivî û got: "Divê em li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin. Heger em wisa nekin, wê sibe êrişên herêmên din bike. Hûn sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinên li Efrînê dibînin. Divê em wek jin bi yekrêzî bisekinin û dagirkeriyê ji herêmên xwe derxînin."

Suad destnîşan kir ku bi qetilkirina jin û zarokan şoreş tune dibin û got: “Em hene û şoreşa me heta ku yek jin bimîne dê lidar be.”

 Di meşê de endama rêveber a Nivîsgeha Meclisa Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk Neclaa Hemze axivî û got: “Dewleta Tirk rojane bajarok û gundan topbaran dike, jin û zarokan bi hinceta parastina ewlehiya xwe. Civaka navdewletî jî li hemberî van sûcan bêdenge. Ew dewlet hemû di rijandina xwîna gelê Sûriyê de şirîk in. Vîna jinê nayê şikandin, ji ber ku jin xurt e. Dê bi vîna xwe dagirkeriyê bişkîne.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bidawî bû.

(şx)

ANHA