`Em ê rêya têkoşînê ya ku jinên têkoşer xêz kirine, bişopînin’

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Zehra Mihemed Berkel endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ku di encama teqînekê de şehîd bûye, li Goristana Şehîdan oxir kirin.

24 hezîran, 2020   18:56
MINBIC

Îro şêniyên bajarê Minbicê li ber nexweşxaneya Firat kom bûn û cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zehra Mihemed Berkel wergirtin. Piştre bi kerwanek wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajêr ve birê ketin. Şêniyan alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Li goristanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn torenek çêkirin. Piştre endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Izdîhar Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Izdîhar soza şopandina rêya şehîdan da û destnîşan kir ku ew tu tiştî li şûna jiyana azad nepejirînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Werde El-Hesen axivî û got: "Em îro gulek nû li gulistana gulan oxir dikin. Şehîd ew ên ku rêya azadiyê ji bo me ronî kirin e."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarê wê Nezîfa Xilo axivî û tevahiya şehîdên jin ên azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîr anîn û soz da ku ew rêya têkoşîna ya ku şehîdan xêz kirine berdewam bikin û dev ji projeya neteweya demokratîk bernadin.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîle Îbrahîm wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wê kir. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de veşartin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/30VWwVzsTOE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>