`Divê civaka navdewletî Tirkiyê rawestîne`

PYD û Tevgera Ciwanan li Lubnanê diyar kirin ku Tirkiye, li herçar parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirina çandî û nejadî li dijî gelê Kurd dide meşandin û gotin: “Lewra divê civaka navdewletî rê li pêşiya Tirkiyê bigire, ji bo ku komkujiyên xwe yên li dijî nirx û peymanên navdewletî rawestîne.”

`Divê civaka navdewletî Tirkiyê rawestîne`
24 hezîran, 2020   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Partiya YekÎtiya Demokratîk a Lubnanê bi du daxuyaniyên cuda êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê şermezar kirin.

Tevgera Ciwanan di daxuyaniya xwe de tevahiya şehîdên azadiyê bibîr anîn û bang li ciwanên li herçar parçeyên Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û li hember dagirkeran li ber xwe bidin.

Her wiha soz dan asta têkoşînê bilind bikin,  heta bidawîkirina êrişên li dijî gelê Kurd, pêkanîna armanca şehîdan a tekane di Kurdistanek azad de û pêkanîna yekîtiya demokratîk li Rojhilata Navîn, têbikoşin.

PYD’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Hezîranê ve êrişî wargeha Mexmûr, Şengal, Şêladizê û Herêmên Parastina Medyayê yên li başûrê Kurdistanê dike.

Partiyê got: “Dewleta Tirk li herçar parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirina çandî û nejadî li dijî gelê Kurd dimeşîne. Li Tirkiyê bi rêya derbeya leşkerî serokên şaredariyên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin ji kar derxistin, siyasetmedar û têkoşerên li bakurê Kurdistanê girtin. Êrişî herêmên Rojava û başûrê Kurdistanê dike û rojane komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tîne. Bi vê yekê tevahiya qanûnên navdewletî binpê dike.

Tevahiya pîvan û qanûnên navdewletî qetilkirina sivîlan wek sûcek li dijî mirovahiyê dihesbînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1jWVMaeyjp0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>