Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Jinên herêma Tebqayê, êrişa hovane ku duh dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Helincê yê Kobanê pêkanîbû û bêdengiya civaka navdewletî şermezar kirin.

Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Jinên Tebqayê bi rêzeçalakiyan êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
24 hezîran, 2020   14:50
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafirên bê mirov êrişî maleke li gundê Helincê yê Kobanê kir. Di encamê de sê jin şehîd bûn û hinek sivîlên din birîdar bûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel jî şehîd bû.

Sazî û rêxistinên jinan rêze çalakî û meşên mezin ji bo şermezarkirina vê sûcê lidar xistin.

Rêveberiya Jin û Koordînasyona Jin a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û Akademiya Jin a Tebqayê rêzeçalakiyên protestoyî lidar xistin û êriş şermezar kirin.

Jinan di daxuyaniyan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin, sûcên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li raya giştî û civaka navdewletî kirin ku mudexele bikin û sûcên Tirkiyê rawestînin. Her wiha banga darizandina Tirkiyê kirin.

Meşek ji ber avahiya Rêveberiya Xweser a taxa Duyemîn li bajarê Tebqayê bi tevlibûna bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê destpê kir.

Jinan pankartên ku sûcên artêşa Tirk a dagirker, bêdengiya navdewletî şermezar dikin û berxwedana gelan û jinê silav dikin hildan. Her wina sloganên nerazîbûnê li dijî hovîtiya Tirkiyê berz kirin.

Meş li ber Akademiya Civaka Demokratîk a li taxa Yekemîn rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed axivî. Foza, sûc û komkujiyên hovane û dermirovî yên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê şermezar kir.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî axivî û girîngiya hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên Tirkiyê destnîşan kir.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan û berxwedanê re bidawî bû.

(şx)

ANHA