Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê panelek bi navnîşana ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel’ lidar xist.

Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
Li ser ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel` panel hat dayîn
24 hezîran, 2020   15:56
MINBIC

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê panelek bi navnîşana ‘Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel’ lidar xist. Panel li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê pêk hat. Bi sedan şêniyên Minbicê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, nûnerên partiyên beşdarî panelên bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî, qanûna Qeyser, bandora wê ya siyasî û aborî li Sûriyê û herêmê, nirxand.

El-Qeftan got: “Ev qanûn bandorê li tevahiya herêmên Sûriyê dike.  Tenê asta bandora wê di navbera herêman de cuda be. Ev qanûn dê bandorê li gelek dewletên herêmê bike, mîna Lubnan, Îraq, Urdin, Îran û Rûsyayê bike.”

El-Qeftan diyar kir ku siyaseta DYA`yê ya ji bo pêkanîna Qanûna Qeyser qetilkirina aboriye û wiha pêde çû: “Amerîka wê siyasetê ji bo ferzkirina cezayan li ser gelek dewletan bikar tîne. Ev ceza weke vîrûsê ye. Êdî hikumeta Sûriyê ev virus vegirtiye û dê vîrusê veguhêzîne her dewletekê ku pê re bide û bistîne. Ji ber wê daîreya bandora Qeyser fireh dibe.”

 Çalakvan û lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran Qanûna Qeyser ji aliyên qanûnî ve girt dest û got: “Pêkanîn qanûnê wek veguherînek girîng di siyaseta Amerîka de li hember dosyaya Sûriyê tê hesibandin. Ev qanûn ji qanûnên berê yên ku li Sûriyê hatine ferzkirin dijwartir e. Armanca qanûnê pêkanîna biryara Cinevê ya bi hejmar 2254 e ya ku banga sazkirina destûrek nû ji Sûriyê, hikumetek demkî û pêkanîna hilbijratinên azad û demokratîk dike. Qanûna Qeyser dagirkeriya Tirk îstîsna kir, ku sûcên şer pêk aniye û bi rêya wê qanûnên navdewletî binpê kirin.”

Piştre deriyê nîqaşan li beşdaran re hate vekirin. Beşdaran pêwîstiya vedîtina mekanîzmeyekê ji bo parastina sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin. Her wiha girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî wek rêya tekane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane bibîr xistin.

(şx)

ANHA